YJA STAR: Ekîn Denîz şervaneke heqîqetê bû

YJA STAR’ê diyar kir ku Ekîn Denîz ji bo nekeve destê dijmin xwe feda kiriye û got , “Bûye nîşana jinên Kurdistanê yên ku ji bo nekevin destê dijmin xwe feda dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê îro daxuyaniyek li ser şervana Ekîn Denîzê dan a ku jiyana xwe ji dest dabû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku,

“Me hevala xwe Ekîn Denîz Firat ku bi kenê xwe yê jidil û hevrêtiya xwe ya jidil di dilê me de cihê xwe çêkirî di dema peywirekê de ji dest da. Hevala Ekîn bi eslê xwe ji Êlihê ye, ji kevneşopiyeke welatparêz tê ku rehek û derbarê paşeroja xwe de bîrewer bû. Dema ku li zanîngehê dixwend li dijî neheqiyên ku dîtî, fêhm kiriye ku têkoşîna herî baş di nav refên PKK’ê de ye û ji 2008’an û vir ve bi awayekî çalak di nav refên Şerê Azadiya Kurdistanê de cihê xwe standiye, hê zû adapteyî çiyayên azadiyê bûye û pir bilez geş bûye, kiriye ku derdor jê hez bike û balê bikişîne ser xwe. Bi dil û can her berpirsyarî û peywira ku rêxistinê dayê pêk aniye û tim serketin li ber xwe daniye.

Li cem heval Ekîn hezkirina li Rêbertiyê bi hezkirina li jiyana nû ya di PKK’ê de û bi pêgirîbûnê nirxên herî xurt ên moralê bi xwe re çêkirine. Di şertên û serdemên herî giran de ji  rûyê xwe ken kêm nekiriye, tim çavê wê çirûsîne û ev ji hevrêyên wê re bûye kana hêz û baweriya xurt. Li qadên cuda yên Kurdistanê li dijî êrîşên faşîst parastina gelê xwe ji xwe re peywira herî cidî dîtiye, li eniyên pêş, bi biryarî û wêrekiyê xwe daye pêş, bi rengekî fedaî şer kiriye. Bi zeraqî, kelecanî, bi degelbûn û xwînşîrîniya xwe tim rê li ber hevalên xwe vekiriye, bi fermandariya xwe ya ku ji ber xwe ve çêdibe tim li berpirsyariyên xwe xwedî derketiye. Her hevalê wê bi hezkirin daxwaz kiriye ku bi fermandariya wê, bi berpirsyariya wê biçe ser peywirê. Bi çavnebariya wê ya li dijî neheqî û nedadmendiyê û bi sincê xwe di nav refên PKK’ê de bûye şervana zexm a dadmendiyê û rastiyê. Hevala Ekîn ku enerjiya xwe ji jiyana PKK’ê ya ku bi azwerî pê ve girêdayî û ji hevrêtiya PKK’ê standî bêyî ku raweste, biweste ji peywirekê çûye ser peywirekê û tim bi ken bersiv daye dijwariyan.

Hevrê Ekîn ku berxwedan, jiyana tije têkoşîn û azweriya li azadiya jinê ya fermandara eyaleta Xerzanê Şehîd Arjîn Xerzan ji xwe re mînak girtî, tim bûye şopdarê hevrêyên xwe yên fedaî û di vê rêkê de bi rengê derwêşan meşiyaye. Hevrê Ekîn bûye derbirîna kevneşopiya serhildaniya Kurd a  ku ti caran li dijî alçaxî û hîzîtiyê serê xwe berjêr nekirî û heta neferê dawî jî şer kirî, weke ku Rindêxan vejiya be bûye qêrîna wê, bûye sembola jinên rûmetdar ên Kurdistanê ku ti caran radestî dijmin nabin û nakevin destê dijmin.

Heval Ekîn ku ji bo peywira xwe li Pirsûs-Rihayê bû, dema ku hêzên dijmin pê derdixin, hewl daye ku ji ber çavê dijmin xwe xalî bike. Hevrêya me ku dema dijmin ew dişopand, ji bo ku bi saxî nekeve destê dijmin, bi mebesta ku teqemeniya di wesayitê de di nav gel de neteqe, ji jîgehan xwe dûr kiriye, dema ku dijmin bi ser de çûye ji bo ku ziyan negihije sivîlan çûye mekanekî xalî û teqemenî bi xwe re teqandiye û bi vî rengî şehîd bûye.

Heval Ekîn xwedî wê felsefeya jiyanê bû ku helwesta li dijî kirinên dijmirovî yê rejîma TC’ê ya faşîst di serî da ya li dijî Rêbertiya me û hemû gelê Kurdistanê, helwesta herî sirûştî ya hemû jinan didît ku dixwazin jiyaneke azad û demokratîk bijîn, ji xwe re peywir dîtiye ku li dijî vê tişta ji destan were divê were kirin û bi şîara teqez em ê bi ser bikevin ji xwe re peywir dîtiye û bi vî rengî şer kiriye. Em diyar dikin ku em ê sonda teqez em ê bi ser bikevin a heval Ekîn ji xwe re dikin sond, em ê têkoşîna wê bi rengê ku şayanî wê be berz bikin û em ê kenê wê tevlî kenê kêfxweşiyê yê Kurdistanê bikin û sonda xwe ya serfirazbûnê dubar dikin.

Li Kurdistanê sembolên me jinên rûmetdar wê her bijîn.”