JIN
Hemû Nûçe
-
PAJK: Dema zanabûn, rêxistinî û çalakiyê ye
Koordînasyona PAJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek da. -
Ji bo bîranîna Delal Amed…
Hevrêya me Delal, bi azadî, wekhevî, giyanê hevrêtiyê, welatparêziyê, bi kenên xwe yên cidî û xwerû, bi sirûştîbûna xwwe, her demê bûya temsîla pakbûnê, çêkeriyê û helwesta pozîtîf. -
‘Li dijî şideta li ser jinê em bibin yek deng’
Fermandariya Yekîneyên Gerîla yên Bejahiyê yên THKP-C/ MLSPB li dijî şideta li ser jinê di 25’ê Mijdarê de banga hevgirtinê kir. -
Li eniyên şer pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin
Şervanên YPJ’ê li Dêra Zorê bi şerê li dijî DAIŞ’ê re pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin. Şervanên YPJ’ê wiha gotin; “Em dawiya DAIŞ’ê tînin, jinên ku zilm dîtin em azad dikin.” -
40 şervanên jin li Eyn Îsa tevlî YJP’ê bûn
Li navçeya Eyn Îsa 40 jinên ciwan piştî ku dewreya leşkerî bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên YPJ’ê bûn. -
TJRK: Hevgirtina jinan wê pergala Îmraliyê hilweşîne!
TJRK derbarê 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, ‘’Em sond dixwin ku em pergala Îmraliyê hilweşînin û azadiya jinê bi pergala civakî ava bikin.’’ -
KNK: Jinên Kurd rejîma şîdetê ya serdestiya mêr şikandin
Komîsyona Jinan a KNK'ê diyar kir ku jinên Kurd li hemû qadan li hemberî kiryarên antîdemokratîk, bi awayekî rêxistinî berxwedana xwe geş dikin û got, "Dibe ku tevgera jinên Kurd li Rojhilata Navîn heta li cîhanê bibe tevgera pêşeng." -
PAJK: Di sala 40'î de armanca me parçekirina pergala Îmraliyê ye
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku di sala 40'î ya PKK’ê de armanca wan a sereke azadiya Ocalan e û got, "Di sala 40'î de bi rengê Delal em ê têkoşînê pêşwazî bikin û peymana me wê bi rengê Delal be." -
YPJ: Ne tenê 25'ê Mijdarê, hemû rojan bikin rojên têkoşînê
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê di şexsê jinên Kurd de îro gihîştiye asta herî bilind û bang li hemû jinan kir ku ne tenê 25'ê Mijdarê, lê hemû rojan bikin rojên têkoşînê. -
'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û hemû êrîşên li dijî jinê şermezar kir. -
Jinên li Mexmûrê ji bo 25'ê Mijdarê meşiyan
Jinên li Mexmûrê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî bi meşaleyan meşiyan. -
Zîhniyeta mêr û tecrîd wê roja 25'ê Mijdarê bên şermezarkirin
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça diyar kir ku wê 25'ê Mijdarê hem şîdeta mêr hem jî tecrîdê protesto bikin û got, azadiya Ocalan ji aliyê civakî ve wê rê li ber guhertinên mezin veke. -
Li Stockholmê civîna 25’ê Mijdarê
Li Stockholmê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin û banga tevlêbûnê li çalakiyên 25’ê Mijdarê hate kirin. -
KJK: Şehîdên Bestayê bûne fermana serfiraziyê
Koordînasyona KJK'ê Fermandar Delal Amed û şehîdên Bestayê bi bîr anî û soz da ku têkoşînê bi ser bixînin. -
Li Başûr di nava 9 mehan de şîdet li 7 hezar 645 jinan hate kirin
Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ragihand, li Başûrê Kurdistanê di nava 9 mehên îsal de 7 hezar û 645 jin bûne mexdûrê şîdetê. Herî zêde jî li bajarê Hewlêrê şîdet li jinan hatiye kirin. -
KJC/KC: Bi giyanê Delalan wê faşîzm têk biçe, azadî bi ser bikeve
Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan diyar kirin ew ê têkoşîna Delal Amed, Azê Malazgirt û şehîdên di yên Bestayê geş bikin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin. -
MKLP: Delal Amed, Azê Malazgirt û Şehîdê Bestayê bêmirinin!
MLKP û Rêxistina Jinê ya Kurdistan, şehdên Bestay bibîr anîn, got: “Di kesayeta şehîd Delal û Azê de em ê hesabê hemû şehîdan bipirsin.” -
Kerestecîgolû: Ji bo hevpeymana Stenbolê zextê bikin
Serokwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîgolû, bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna Hevpeymana Stenbolê zextê bikin. -
Komalên Jinên Ciwan: Li dijî şîdeta mêr serî hilde!
Komalên Jinên Ciwan got, "Paradîgmaya partiya me ya ku xwe dispêre azadiya jinê, derba herî mezin li feraseta mêr xistiye" û bang li jinan kir ku roja 25'ê Mijdarê dakevin qadan. -
YJA Star: Şehîdên me bûn sembola milîtaniya berxwedêr
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STarê, Delal Amed, Azê Malazgîrt û hemû şehîdên Bestayê bi bîr anî. -
'Bi xweparastin û berxwedana rêxistinî ber bi serfiraziyê ve'
YJK-E bang li hemû jinan kir ku 25’ê mehê bi dirûşma ‘Bê Rêbertî nabe! Li dijî faşîzmê xweparastin’ derkevin qadan. -
TJK-E: Çareseriya şidetê berxwedan e
TJK-E, biboneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got: “Çanda destavêtin û şidetê, sedemê bingehîn ê bilindbûna faşîzmê ye”, bal hate kişandina ser nirxandinên Ocalan ên tikildarî jinê. -
Jin wê ji ‘qirkirina jinan û şîddetê re’ bibêjin, êdî bes e
Jinên li Wanê di 25’ê Mijdarê de li dijî tecrîd û şîddetê wê li qadan bin. -
'Tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de ye'
Aktivîsta KJA’yê Nerîman Unat diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê xwedî nirxeke manewî ye û got, çîrok û têkoşîna xwişkên Mîrabel, têkoşîna li dijî dîktatoran têkoşiyan îfade dike û di heman demê de sembolek e. -
Li Elmanyayê panelên 'xweparastin' û 'hevjiyana azad'
Li gelek bajarên Elmanyayê panelên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin. Di panelan de girîngiya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li dijî serdestiya mêr hate destnîşankirin.