PAJK: Di sala 40'î de armanca me parçekirina pergala Îmraliyê ye

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku di sala 40'î ya PKK’ê de armanca wan a sereke azadiya Ocalan e û got, "Di sala 40'î de bi rengê Delal em ê têkoşînê pêşwazî bikin û peymana me wê bi rengê Delal be."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) derbarê sala 40’i ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da. PAJK’ê di serî de Delal Amed û şehîdên Bestayê bi bîr anî û li ser armancên sala were agahiyên girîng da.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Di sala 40’î ya partiya me PKK’ê de, di şexsê qadroyên me yên pêşeng hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, M. Hayrî Durmuş de ku hemû demên 40 salî diyar kirine, bi şehîdbûna xwe partî ava kirine, geş kirine, bi şêwaza xwe ya jiyanê rêgezên milîtaniya partiyê, pîvanên partîbûnê diyar kirine, hemû şehîdên me ku di her şert û mercî de nasnameya partiyê parastine, ji partîbûnê yek gav bi paş ve neavêtine, li dijî dijmin her li kûderê dibe bila bibe şer kirine şêwaza jiyana xwe, li herî pêş rêgez ava kirine, dîsa di şexsê Bêrîtan- Gulnaz Karataş de ku têkiliya jiyana azad bi şer re vedibêje, li dijî radestbûnê, îxanetê xeta berxwedaniya me ye û fermandara artêşbûna jinê ye, di şexsê Zeynep Kinacî de ku xeta jina azad a fedaî temsîl dike û rêgêzên îdeolojiya rizgariya jinê bi xwe ye û di şexsê Delal Amed, Gulnaz Turk û Berçem Cîloyan de ku îro vê xetê di qadên herî pêş ên têkoşînê de temsîl dikin, li ber hemû şehîdên şoreşê em bejna xwe ditewînin. Ên kirin ku Partiya me ya ku partiya şehîdan e bibe xwedî giyan û vîn, pîvanên divê jiyan çawa were jiyîn û şer çawa were kirin, rêgezên milîtaniya pêşeng-fermandar, şêwaza wê, felsefeya jiyan û têkoşînê şehîdên me diyar kirine. Em şopdarên şehîdên xwe, sond dixwin ku di xeta şehîdan de serkeftinê û şoreşê pêk bînin.’’

Daxuyniya giştî ya PAJK’ê wiha ye:

‘’Bi serê xwe serkeftineke mezin e ku partiya me PKK ku mohra xwe li nîvsedsalekê daye, nûnertiya pêşengiya sosyalîzmê dike û hê jî berê geşedanên sedsalê diyar dike, rista xwe bi pêşengî bi cih tîne. Sala 40’î ya partiya me ne tenê ji bo milîtanên partiyê, ji bo hemû jinan û gelê me jidayikbûna sala 40’î ya azadiyê ye. Em roja pêşî ya damezirîna partiya xwe, bi kelecanî, moral û coşiya roja pêşî pêşwazî dikin, em careke dî li Rêbertiya xwe,li gelê xwe, li jinan, li hevrêyên xwe ku li qadên Kurdistanê, li çiyan şer dikin û li zindanan li ber xwe didin, li hemû dostan û gelên berxwedêr pîroz dikin.

‘PKK’Ê DÎROKA JINAN Û GELÊ KURD GUHERANDIYE’

Em Rêberrtiya xwe ya Partiyê ku Kurdên mêtingeriyê ew bi hikmê ku mirî bin dihesiband, vejandî, ne tenê vejandî û îro her wiha anî wê rewşa garantor, di damezirandina pergala demokratîk, wekhev û azad de, mîmarê têkoşîna me ya azadiyê ya jinê û jiyana xwe li ser aştî û azadiya dinyayê kirî, bi hezkirin û hurmetê bi bîr tînin.

Rêber Apo, li Kurdistanê li ser hîmê parastina rewa ya bi îdeolojiya sosyalîzmê Partî ya li ser xeta azadiya jinê ragihandiye û bi vê mûcîzeya herî mezin ava kiriye û mizgîniya azadiyê daye. Dîroka azadiyê ya jinan û gelê Kurd bi PKK’ê dest pê kiriye û bêqidoşiya li ser gelê me guherandiye. Rêber Apo bi PKK’ê û PAJK’ê li Kurdistanê şoreşa sosyal, çandî, guherînên bi xisletê şoreşê derxistiye holê û civakek ji nû ve afirandiye.

Pi girîngî pê daye ku jin tevlê partiyê bibe, bibe partî, ji hêla teorîk û pratîk ve ji pergala serwer qut bibe û her wiha çanda zilam-serweriyê, hişmendiya wê biguhere û ji bo vê jî pir girîng pê daye veguherîna mêr û geşedana şoreşê ya di xeta sosyalîst de daye ber xwe. Derxistiye holê ku partiya ku rizgariya jinê nexistiye navenda xwe, her çendî behsa şoreşê bike jî bi rastî wê nikaribe demokratîk bibe, wê nikaribe bibe azadîxwaz û sosyalîst.

Sedema vê serkeftina PKK’ê ya ku qet têk naçe bi dilsoziya bi vê rêgezê û hişk xwe jidandina bi vê gewherê ve ye. Ev jî bi wê ve girêdayiye ku Rêbertiya me ev kiriye bingehê geşedana teorîk-polîtîk-leşkerî ya partiyê. Di nav vê çarçoweyê de PKK weke partiya azadiya jinê bûye xwedî naverok û bûye xwedî pergalekê. Ragihandina PAJK’ê ya bi rengê partîbûna cihê ya jinê xwe dispêrê ser vê felsefeyê. Partîbûna jinê ya bi îdeolojiya rizgariya jinê, çareseriya herî radîkal a ji bo kêşeya azadiyê ya jinê ye û bi rengekî xurt xwedîderketina li mîrateya têkoşîna sosyalîst a jinan, li berxwedanê dîrokê û bûyina xwedî nasnameya vîna çareserkirina kêşeyê ye. Di sala 40’î ya partiya me de rastiya jinê ya ku bûyî partî, bûyî PAJK’î û bi xeta azadiya jinê re peyman danî, bi vê maneyê, rastiya mêrê ku bûyî PKK modêla civaka nû, jina azad û mêrê azad e û têkiliya civaka wekhev e. Geşedan, guherîn û veguherîna li partiyê rê li ber geşedanên nû yên civakî vekiriye.

'PEYMANA BI ŞEHÎDAN Û RÊBERTÎ RE'

Di sala çilî a partiya me de peymana me mîna ku peymana şehîdan a bi Rêbertî re zelal û biryardar e. Têkoşîna Rêberê me ku ji bo bersivê bide bîranîna her şehîdî û berhemên di vê oxirê de afirandiye tê zanîn. Ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer partî ragihand, ji bo bîranîna hevrê Şehîd Bêrîtan artêşa jinê ava kir, ji bo bîranîna hevrê Zeynep Kinaci biryara partîbûna jinê da. Di nasnameya PJAK'ê de kir sazî. Ne tenê di şexsê van hevrêyan de, her wiha ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistan û sosyalîzmê, gelek pêşketinên ku di nava çend sedsalan de ancax bihata kirin, li nava çil salan bi cih kir. Weke ku tê dîtin, di rêbaza Rêbertî de dilsoziya bi şehîdan re, di rêbaza şehîdan de dilsoziya bi gel re, di felsefe û paradîgmaya Rêbertî de dilsoziya bi sosyalîzmê re û bi hesasiyeta Rêbertî re nêzîkatiya li azadiya jinê bûye xet û nêzîatiya partiyê. Kûrbûna Rêbertî ya li ser pirsgirêka azadiya jinê û çareseriya wê, li dijî paradîgmaya nêrza ya pênc hezar salî, paradîgmaya jinê afirandiye. Li hemberî paradîgmaya netewe dewletê ya neteweperest, cihêkar, nîjadperest, olperest û faşîst, weke alternatîf sîstema konfederal a demokratîk afirandiye. Lêgerîna neteweya demokratîk a jiyana demokratîk, hevpar û wekhev a gelan, projeya çareseriya rasteqîne ku dikare pêşî li şer û cihêkariyê bigire. Di heman demê de rexneyeke giran li lêgerîn û nivîsandina dîroka bi serdestan, çînî û neteweperestan kir û rejîma rastî û râbaza nû ya li lêgerîna rastî û sosyolojiyê, bi pênc bergên parêznameyan kir bernameya PKK û PAJK'ê. Bi zanistiya jinê Jineolojiyê re rê li ber pêşketineke nû ya zanistî vekiriye. Rêberê me bi parêzaneyên xwe û jineolojiyê re nasnameya partiya pêşeng a sedsala 21'ê ji aliyê teorîk û stratejîk ve nû kiriye û wezîfeya bingehîn-pêşengiyê pênase kiriye. Avakirina sîstema konfederal a demokratîk a jinê-KJK bi pêşengiya partiyê daye destpêkirin.

'PKK Û PAJK ÊDÎ BÛNE PARTIYÊN ROJHILATA NAVÎN'

PKK û PAJK, çawa ku di nava çil salên bihurî de li Kurdistanê bi rola pêşengiyê rabûn, li dijî tevlîhevî, şer, koçberî, xizanî, şîdet, qirkirina jinê û hilweşandina ji ber tengaviya îflasa sîstema kapîtalîst rû dan, wê li Kurdistan û Rojhliata Navîn pêşengiyê ji avakirina sîstemek nû ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bike û niha bi vê pêşengiyê radibin. PKK û PAJK û ji sînorê Kurdistanê jî wêde çûn û veguherîn partiyên Rojhilata Navîn, rola ku niha pê radibe ji ya serdemên berê gelekî girîngtir e. Hêviya azadî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê ku bi partiya me re şîn bû, wê Rojhilata Navîn bike bihuşteke rasteqîn a gelan. Partiya me ku şoreşa jinê ya radîkal dimeşîne, zane ku pirsgirêka jinê hucreya bingehîn a hemû pirsgirêkan e û ji bo pêkhatina çareseriya rasteqîn têkoşînê bi gel û jinên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanê re wê geş bike. Di sala sedî ya sosyalîzmê de wê têkoşîna sosyalîzmê bi rengekî herî dijwar bimeşîne û hêviya sosyalîzmê bi cih bîne.

'EM Ê SÎSTEMA ÎMRALIYÊ JI HEV BIXÎNIN'

Di nava şert û mercên dîlgirtî yê Rêber Apo de, ku em hebûna xwe deyndarê wî ne û sedema me ya jiyanê ye, dest bi sala çilî dikin. Ev mercên esaretê hem ji bo gelê me, hem jî ji bo tevgera me qehr û hêrseke mezin e û biryardariya ji bo têkoşînê ye. Berpirsyarî û wezîfeya me ya bingehîn a ku nehatiye biserxistin li pêşberî me ye. Ew jî jihevxistina sîstema Îmraliyê ye. Di sala çilî a partiya me de peymana me ya bingehîn a bi Rêberê me û şehîdên me re, jiyana bi Rêbertiya azad re ye. Ji ber vê yekê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi rengekî çalak tevî têkoşîna 'SÎSTEMA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKE, RÊBERTÎ AZAD BIKE' ya tevgera jinê û 'SERÎ HILDE' ya ciwanan bibe.

'RÊBAZA ME YA TÊKOŞÎNÊ WÊ BI RENGÊ DELAL BE'

Em zanin; eger kadroyên partiyê yên li ser şopa şehîdan wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bê kêmasî bi cih bînin, gelê me jî xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkeve, li dijî dijminê faşîst qirker li her derê berxwedan bê geşkirin û di nava her şert û mercî de xebatên perwerdeyê û birêxistinkirina jiyanê bên meşandin, wê serketinên mezin derkevin holê. Rêberê me bi rengekî bê navber, bi ked û têkoşîneke mein partiya me gihande vê rojê. Ji bo serketina armancên partiya me, di sala çilî de rêbaz, sond û peymana me wê bi rengê Delal be."