'Tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de ye'

Aktivîsta KJA’yê Nerîman Unat diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê xwedî nirxeke manewî ye û got, çîrok û têkoşîna xwişkên Mîrabel, têkoşîna li dijî dîktatoran têkoşiyan îfade dike û di heman demê de sembolek e.

Têkoşîna ji aliyê xwişkên Mîrabel ve li Komara Domînîkê li dijî dîktator Rafael Trujillo hat destpêkirin, bi berxwedana jinan a li dijî pergala serdest a mêran didome. Hemû jin li cîhanê xwe amade dikin ku dakevin qadan. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Wanê Nerîman Unat û Pervîn Ozgur bal kişandin li ser tundiya li jinê tê kirin û li ser amadekiriyên mîtînga 25’ê Mijdarê ya Wanê ji ANF’ê re axivîn.

‘25’Ê MIJDARÊ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ YE’

Aktivîsta TJA'yê Nerîman Unat diyar kir ku 25’ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê xwedî nirxeke manewî ye û wiha axivî: “Çîrok û têkoşîna xwişkên Mîrabel ku li dijî dîktatoran têkoşiyan îfade dike û di heman demê de sembolek e. 25’ê Mijdarê ji bo têkoşîna jinan bûye çavkaniya îlhamê. Ev ji bo jinên Kurd jî wiha ye. Jinên Kurd wek mîrate têkoşîna xwişkên Mîrabel wergirtine û têkoşîna wan didomînin. Tundiya li ser jinê birînek kûr û her dem dikele, ev li Tirkiyeyê û cîhanê jî wiha ye.”

‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE’

Unat anî ziman ku ji dîrokê heta niha di şexsê jinê de biçûkxistina civakê, teslîmgirtina civakê tê xwestin û wiha pê de çû: “Polîtîkaya niha tê meşandin hêza xwe ji dîrokê distîne. Dema ku em li Tirkiyeyê û cîhanê dinêrîn tebloyekî lewitî derdikeve pêş, ji beriya çend salan di sala 2014’an de ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve bi sedan jin li bazaran hatin firotin, tecawûzkirin û qetilkirin. Dîsan di sala 2014’an de li Îranê jinek rastî tewûzê hat û jin hate tewanbarkirin û kuştin. Gelek bûyerên wiha li cîhanê diqewimin. Li Tirkiyeyê jî bûyerên tundiyê yên li hemberî jinana di asta herî jordeye. Her roj jin ji aliyê ferdên civakê ve têne qetilkirin. Li her derê cîhanê ji rastî tundiyê tên û zextek zêde li ser jinê tê meşandin. Li Tirkiyê herê kêm rojê 3 jin tên qetilkirin û gelek jin jî rastî tundiyê tên.”

‘EM LI QADAN IN’

Aktivîsta TJA Pervîn Ozgur jî der barê mîtînga 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî ku li Wanê pêk bînin de agahî dan û wiha got: “Di 25’ê Mijdara îsal de wê jin polîtîkayên çewisandin û şidetê li qadan teşhîr bikin. Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li tax û kûçeyan me civîn pêk anîn û em bi janan re hatin ba hev. Dîsan bi heman armancê me sê panel lidarxistin û eleqeya jinan jî pir zêdebû. Heta qirkirin li dijî jinê hembe dê xebatên me bidome û em ê li qadan bin. Dîsa bi boneya 25’ê Mijdara li Parka Musa Anter em ê bi mîtîngê bi jinan re werin ba hev û em basng li tevahiya jinên Wanê dikin tevlî mîtîngê bibin.”