TJK-E: Çareseriya şidetê berxwedan e

TJK-E, biboneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got: “Çanda destavêtin û şidetê, sedemê bingehîn ê bilindbûna faşîzmê ye”, bal hate kişandina ser nirxandinên Ocalan ên tikildarî jinê.

TJK-E, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya têde ev tişt hate gotin: “Ji bo modernîteya kapitalîst ji kaos û kirîzên rizgar bibe, mêtîngeriya civakî kûr tike” de wiha hate gotin: “Di serî de jin, hemû beşên hejar ên di hedefa mêtîngeran de ne berxwedanê bilind ikin.Bi têgeha Rêber Apo ya “Nakokiyên bingehîn ên dîrokê” li benda çareseriyê ne. Ya ku jinê mîna zayendî û aborî digire dest, hedefa vê sîstema ku senaryoyê li ser îdeolojiyê dida avakirin ne tenê jin in. Bi jinê destpê kir û piştre hemû civakê dixe nava xwe her ku diçe asta şidetê zêde dike.

 ‘TENÊ BI HEJMRANA NAYÊ ÎZAHKIRIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di roja me ya îro de li seranserî cîhanê asta şidet û qirkirina jinan gihiştiye lûtkeyê. Îzahkirina van a bi hejmrana têrê nake. Ji ber hişmendiya sîstemê ya hatî avakirin, malbat û civak jî dibe yek ji neferê sîstema serwer a mêr. Rejîma AKP’ê û dîktaroya xwe dispêre vê sîstemê û dixwaze bi rê ve bibe. Çanda destavêtin û şidetê ya heta hucreya herî biçûk ya civakê xistiye lepê xwe bûye yek ji sedemê herî bingehîn ê bilindkirina faşîzmê. Êdî gihiştiye wê rewşê jin nekene, bi ducanî negere. Hewl didin jin bi destavêtê wê re bê pevjînkirin. Weke rayeya pevjînê ya ji aliyê muftiyan ve, dixwazin jin ji xwe ji mafê wê yê qanûnî bê par tê hiştin, hê zêdetir sînoran jê re dane. Li gorî van daneyan, hişmendiya mêrsalarî ya çavkaniya xwe ji şidetê digire divê bêçareserkirin.

Rêber Apo sîstema ku desthilatdariya zilan, rêveberî û alternatifên wê bi perspektîfan pêşkêş kir û dema me weke ‘Sedsala Azadiya Jin’ bi nav dike û ji vê krîzê rêya derketinê nîşan dide. Em bibawerin ku bi îdeolojî û hêza rêxistinê ya Rêber Apo em ê li dijî vê faşîzma ku gef li hemû gelan dixwe rawestin. Rêber Apo gotibû ku divê jin parastina xwe ya cehwerî pêşbêxe û rêxistinbûyînê ava bike û herêm ji bo jinan vekirbû.

Serketina Reqa, di siyasetê de wekheviya hevpar, sîstema hevserokatî û di aliyên ekonomîk, çandî û baweriyê de bi rêxistina jinê em gihiştinê. Weke bingehê van me sîstema konfederal a jinan ava kir. Bi kurtasî bi nêrîn û felsefeya Rêber Apo ku azadiya jinê weke azadiya sîstemê dest digre em gihiştin van encaman.”

‘NÊZIKATIYA LI DIJÎ OCALAN, NÊZIKATIYA LI BERAMBERÎ ME YE’

TJK-E bi gotina ‘Tenduristiya Rêbertiy me, ewlehiya Rêbertiya me têkiliyekî bi azadiya jinê re heye’ û wiha tê gotin:

“Ji ber vê sedmê jiyanekî bê Rêbertî em qebûl nakin. Gefên li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo em gefa li ser azadî û pêşeroja xwe dibînin. Weke her ferdê ku mafê wê yê jiyanê ji dest hatî girtin em jî berxwedanê dihilbijêrin.

Her roja diçe bi çalakî û fikrê azadiyê, li dijî hemû zihniyetên ku mafê jiyanê ji destê me digre, li dijî hemû şêweyê şidestê em tenê rêyekê berxwedanê dihilbijêrin.

BANG

Ji bo rizgarkirina Jinê ku di her aliyê jiyanê de kole tê dîtin, rêxistinbûyînê û xwe parastinê em ê pêşbêxin. Rêya ku mevziyên azadiyê ku me qezenç kirî ji bo ku di destê xwe de bihêlin û têkoşîna li dijî şideta ji bo ku bi rojekê sînordar nebe pêwîste berxwedana bê sînor em pêşbêxin. Em weke TJK-E di berxwedana me ya bê sînor re roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta Jinê ya Navnetewî weke rawestega dawî dibînin. Em bang li hemû jinên Kurd ên li Ewropa dijîn dikin ku berxwedanê hê xurtir bikin.”