40 şervanên jin li Eyn Îsa tevlî YJP’ê bûn
Li navçeya Eyn Îsa 40 jinên ciwan piştî ku dewreya leşkerî bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
Li navçeya Eyn Îsa 40 jinên ciwan piştî ku dewreya leşkerî bi dawî kirin, bi merasîmekê tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
Akademiya Leşkerî ya Şehîd Arîn ya navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê du meh beriya niha dewreyeke leşkerî ya bi navê “Şehîd Argîn” destpê kiribû.
Ji bo bidawîkirina vê dewreya ku ji 40 jinên ciwan pêk tê, merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên QSD’ê Cîhan Şêx Ehmed, Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Şedadê û dehan şervanên YPJ/YPG’ê hazir bûn.
Merasîmîmekî leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Şedadê axivî û wiha got: “Şervanên me yên ku li ser rêya rastiyê û rêya şehîdan dimeşin, em bi wan ser bilind in û em ê heya dawiyê armancên xwe pêk bînin”.
Piştre şervanan sond xwarin ku wê rêya şehîdên azadiyê dewam bikin û xeta wan tu caran bernedin.
Hêjayî gotinê ye ku dewreya “Şehîd Argîn” du mehan berdewam kir û têde waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.
Di dawiya merasîmê de şervanan sonda tevlîbûnê dan.