Li Stockholmê civîna 25’ê Mijdarê

Li Stockholmê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin û banga tevlêbûnê li çalakiyên 25’ê Mijdarê hate kirin.

Li Stockholmê bi tevlêbûna gelek saziyan daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Saziyan bang kirin ku her kes tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê bibe.

‘BINGEHÊ NÎJATPERESTÎ Û FAŞÎZMÊ’

15 rêxistinên civaka sivîl û partî ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê li paytexta Swêd Stockholmê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya Çapemeniyê de li ser navê Syndîkalîsterê Jacob Erîcsson axivî û got ji bo ku li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin û gel rakin ser piyan wan li Stockholmê Komîteya 25’ê Mijdarê ava kirin.

Ji Yekîtya Jinan a Sarayê jî Ferah Bozcalî piştî ku daxwazên xwe diyar kirin got di van salên dawî de faşîzm û nîjatperestî geş bûye û bingehê jî patrîarkalîzm e.

Rêxistinan bang kirin ku 25’ê Mijdarê Şemiyê her kes tevlî çalakiyan bibe.

Çalakî bi dirûşma ‘’li dijî tundiya baviksalariyê ji bo azadî û wekheviyê’ li Meydana Stockholmê ya Medborgarplatsenê saet 18.00’an wê dest pê bike.

AMADEKAR

Derbarê daxuyaniya çapemeniya rêxistin û partiyên amdekar ev in:

Lîbiya Jinan a Swêd, Yekîtiya Jinan a Sara, Melcîsa Jinên Kurd Amara, Jinê Aştîxwaz, Partiya Sosyalîst a Dadmendparêz, Artîstên Aştîxwaz, RONAK, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê, Komîteyên Roajva, Ciwanên Demokrat ên Sosyalîst, Sendîkalîst, Çepgiriya Ciwan, Ciwanên Şoreşger û Komunîst, Însîyatîva Jinên Aştîxwaz, Dayikên Kurdan.