Kerestecîgolû: Ji bo hevpeymana Stenbolê zextê bikin

Serokwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîgolû, bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna Hevpeymana Stenbolê zextê bikin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîgolû, di panela li Brûkselê ya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şidetê ya li Hember Jinê ku li Parlemetoya Ewropa û Konseya Ewropayê hate lidarxistin de axivî.

Kerestecîgolû li ser pêkanîna Hevpeymana Stenbolê nirxandin kir û ev tişt got:

‘XWEDÎ LI DESTKEFTIYAN DERKEVIN’

 “Şidet, şer, hejarî, cihêkerî û nefret li her derê herî zêde li ser jinan tên kirin. Li aliyê din jin li hemberî vê serî radike. Serî rakirina li hemberî vê jî wê bibe sedemê gelek guhertinên qanûnî. Em hemû li cihên cuda yên cîhanê bi têkoşîna ku hatî kirin me bi dest xistiye. Yek ji van destkeftiyan jî Hevpeymana Stenbolê ye. Ji bo ev destkeftiyên ku hatîn bi desxistin weke ‘Kaxetekê neçe sergoyê’ divê bi awayekî aktîf têkoşînê bikin. Divê ji bo hikûmet vê Hevpeymana Stenbolê pêk bîne bibe hedefek me ya esasî.”