KNK: Jinên Kurd rejîma şîdetê ya serdestiya mêr şikandin

Komîsyona Jinan a KNK'ê diyar kir ku jinên Kurd li hemû qadan li hemberî kiryarên antîdemokratîk, bi awayekî rêxistinî berxwedana xwe geş dikin û got, "Dibe ku tevgera jinên Kurd li Rojhilata Navîn heta li cîhanê bibe tevgera pêşeng."

Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hemû jinên ku di ber azadî, demokrasî û edaletê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî hatin bîranîn û hat gotin, "Di dîroka şer û şîdetê de her tim jin û zarok bûne hedef. Şîdeta li dijî jinan pirsgirêkeke pergala serdestiya mêr e. Îro jî şerekî herî dijwar ê sedsalê li ser axa Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê dayin."

JINAN REJÎMA DAIŞ'Ê ŞIKANDIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek hêzan xwestin bi rêya DAIŞ'ê û hêzên din ên çeteyan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi erîşên li dijî jinan civakan têk bibin û hat gotin, "Lê, ev siyaset bi ser neket. DAIŞ wek sembola serdestiya mêr di asta lûtkê bû. Bi berxwedana jinên Kurd, di destpekê de li Kobanê û piştre jî bi serketina Reqayê êdî hat şikandin.

JINÊN ÊZIDÎ TOLA XWE HILANÎN

Zilma ku jinên Êzidî di sala 2014'an de dîtin, rûyê rastiya mirovahiya sedsala 21'an li ber çavan raxistibû. Lê, jinên Ezîdî bi hêza xwe ya xweser beşdarî rizgarkirina Reqayê bûn û tola jinên Êzidî hilanîn."

Komîsyonê diyar kir, çawa ku hêza rexistinkirî ya jinên Kurd DAIŞ şikênand, bi heman rengî jinên Kurd îro dikarin bi avakirina yekîtiya jinên Kurd dewletên dagirker ên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê bi têkoşîna xwe têk bibin. Komîsyona Jinan destnîşan ki ku êdî ev dewlet ketine qonaxa rûxandinê, hişmendiya wan dewletan ne tenê li dijî Kurd e, her wiha li dijî jinan e jî."

BERXWEDANA JINÊN KURD ZINDÎ YE

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Rojhilata Kurdistanê bala jinan ji bo azadiyê pêş ketiye. Li aliyekî ezmûnên jinan ên dîrokî, li aliyê din jî, bandora şoreşa jinan a Rojava zîndîbûyînek di nava jinên Rojhilata Kurdistanê de ava kiriye. Lêgerînên xwebirêxistinkirinê derdikevin peş. Daxwaza beşdarbûyîna jinan di siyaseta Rojhilata Kurdistanê de jî bi peş dikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinên Kurd êdî gîhîştiye qonaxa herî bilind a azadiya jinan. Ev serketin edî ketiye asta Bakurê Sûriyeyê. Jinên Kurd edî li gel xwe, jinên Ereb û Sûryaniyan jî dikin rêya azadiyê. Bi pêşengtiya azadiya jinan ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve diçin.

Li Bakurê Kurdistanê jî tevî hemû zordariya dewleta Tirk, jin bi israr peşengtiya siyaset û civakê dikin. Berxwedan ne tenê li kolanan pêk tê. Her wiha bi hezaran jinên dîlgirtî di zîndanên Tirkiyeyê de berxwedaneke mezin dane û didin. Ji aliyê xweparastinê ve jî, gerîlayên jin bi lehengiyên mezin Kurdistanê û azadiya jinan diparêzin."

DEM DEMA JINÊN KURD E

Komîsyona Jinan a KNK'ê diyar kir ku jinên Kurd li hemû qadan li hemberî kiryarên antîdemokratîk, bi awayekî rêxistinî berxwedana xwe geş dikin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Li Rojhilata Navîn di nava tevgerên jinan de herî zêde tevgera jinên Kurd balê dikşîne û dibe ku tevgera jinên Kurd li Rojhilata Navîn heta li cîhanê bibe tevgera pêşeng.

Niha dîrokê derfeteke gelek girîng daye jinên Kurd ku wan dewletên dagirkerên jinan û Kurdistanê yên wek Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bi hêza xwe demokratîk bikin.

Ji bo vê jî jinên Kurd pewîst e, mil bi mil kar bikin û yekîtîya xwe ya demokratîk ava bikin. Eger wiha be ti asteng tine ku sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinên Kurd."