YPJ: Ne tenê 25'ê Mijdarê, hemû rojan bikin rojên têkoşînê

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê di şexsê jinên Kurd de îro gihîştiye asta herî bilind û bang li hemû jinan kir ku ne tenê 25'ê Mijdarê, lê hemû rojan bikin rojên têkoşînê.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Em di şexsê her sê xwişkên Mirabel, Patria, Maria û Minerva  de hemû jinên têkoşer û serî li ber pergala serdest netewandine û di oxira bidestxistina mafên jinê de li ber xwe dane, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya hemû jinan û mirovahiyê didin."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir, ku têkoşîna jinê îro di şexsê jinên Kurd de gihîştiye asta herî bilind û wiha dewam kir: "Ji tevger û rêxistinkirina civakê bigire heya nêrîna felsefîk û kûrbûna îdeolojîk, ji avakirina hêzên xweparastinê yên jinan heya şoreşa Rojava an şoreşa Bakurê Sûriyê. Gihîştina vê astê bêguman bi têkoşîn, berxwedan, bedel, ked, xwêdan, cesaret, vîn û baweriya bêhempa hate bidestxistin. Îro tekoşîna jina Kurd, dimeşîne di cîhanê de deng veda ye û bûye îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Jina Rojavayî li gel jinên ji pêkhatiyên Ereb, Aşûrî, Turkmen û bi beşdariya gelek jinên ji neteweyên cuda yekîtiya jinan a ruhî, fikirî daye avakirin. Ev têkoşîn û keda mezin bi saya tekoşîna sê xwişkên Mîrabel, Roza, Kilara, Sara, şervîn, Arîn, Delal û Azêyan xwe gihandiye vê merheleyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke hêzên parastina jin YPJ'ê xwedî wê bîr û baweriyê ne ku vê têkoşînê bilind bikin. Em ê bi erka xwe ya parastina hemû jinan rabin û xwedî li mîrateya dîroka jinê ya bi ked û êşên mezin ve hatiye bidestxistin derkevin. Em di wê îdîayê de ne ku heya her jinek xwe bighîne feraseta xweparastinê û azad bibe em ê têbikoşin. Em li ser wê bingehê bang li hemû jinan dikin ku bila ne tenê Roja 25'ê Mijdarê hemû rojan ji bo xwe bikin rojên têkoşînê.

Cardin em di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû têkoşerên jin bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya têkoşîna ji bo azadiya jinan û hemû mirovahî nû dikin."