Li Elmanyayê panelên 'xweparastin' û 'hevjiyana azad'

Li gelek bajarên Elmanyayê panelên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin. Di panelan de girîngiya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li dijî serdestiya mêr hate destnîşankirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, panel hatin lidarxistin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan bi mijara "Hevjiyana azad" li Navenda Civaka Demokratîk panelek li dar xist.

Di panelê de wateya hevjiyana azad û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin. ŞÎdeta li jinê û tevahiya mirovahiyê hate şermezarkirin.

Di panelê de hat ragihandin, astengiya li pêşiya hevjiyana azad, nêzîkatiya mêrê serdest û kevneşop a li jinan e û bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeyê.

KOLN

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan panelek hate lidarxistin.

Lêkolîner Sûltan Oger di panelê de pêşkêşiyek kir û qala dîroka 25'ê Mijdarê kir.

Di dewama pêşkêşiya xwe de Oger diyar kir ku li Kurdistanê destavêtin û destdirêjî weke rêbaza şer tê bikaranîn û got, "Em jinên kurd, ji gelekî bindest in. Em têkoşîna zîhniyetê û neteweyî bi hev re dimeşînin. Em 40 salan li dijî nîjadperestî, zîhniyeta yek al-yek ol-yek ziman û zayendperestiyê têkoşiyan.

Yê ku jinên Kurd gihand gel û rastiya xwe, Rêberê me ye. Em, têkoşîna xwe ya azadiyê deyndarê wî ne. Rêberê me gotibû, 'Gelekî ku jin lê ne azad in, nikare azad bibe. Şoreşeke bêyî jinê, nikare bi ser bikeve'.

Jinên Kurd mîrateya têkoşînê ya jinên li gelemperiya cîhanê dewr girt."

DUSSELDORF

Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Nalîn Mûş, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê, Seroka Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek axivî.

Çîçek bal kişand ser zîhniyeta hevpar a DAIŞ û AKP'ê û anî ziman, jinên Kurd bi xweparastinê re dest bi pêvajoya avakirinê kirine û li gelemperiya cîhanê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dikin. Çîçek got, "Sedemên bingehîn ên ku Tevgera Jinên Kurd ji tevgerên din ên jinê cuda dike; kûrahiya wê ya îdeolojîk, radîkalîzma xwe ya îdeolojîk û konsepta xwe ya xweparastinê ye."

Çîçek işaret bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê jinê de kir û destnîşan kir ku Ocalan ji salên 1990'î û pê ve jinên Kurd weke hêzeke pêşeng a sedsala 21'an amade kiriye. Çîçek got, ji ber vê yekê jinên Kurd di têkoşîna dijî modernîteya kapîtalîst de bi mîsyona pêşengiyê radibin.

Di dawiya panelê de ji bo çalakiya "Em jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin! Xweparastin li dijî faşîzmê" ya 25'ê Mijdarê ku wê li ber Dêra Domê ya Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

LI GELEK BAJARAN PANEL HATE LIDARXISTIN

Wekî din, di 18-19'ê Mijdarê de li bajarên Bonn, Essen, Koln, Aachen, Koblenz, Dortmûnd, Bîelefeld, Hagen û Wûppertalê panel hatin lidarxistin.