‘Li dijî şideta li ser jinê em bibin yek deng’

Fermandariya Yekîneyên Gerîla yên Bejahiyê yên THKP-C/ MLSPB li dijî şideta li ser jinê di 25’ê Mijdarê de banga hevgirtinê kir.

Fermandariya Yekîneyên Gerîla yên Bejahiyê yên THKP-C/ MLSPB got  têkoşîna li dijî qetlîama jinan di heman demê de têkoşîna li dijî mêtîngerî û faşîzmê ye û wiha got; “Li hemû qadên jiyanê li dijî şîdeta li ser jinê em têkoşînê geştir bikin û faşîzma zilam-dewletê bidin rawestandin.”

Fermandariya Yekîneyên Gerîla yên Bejahiyê yên THKP-C/ MLSPB ji bo 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê li dijî politîkayên dewletê yên faşîst, berxwedana jinan a li Tirkiyeyê, Kurdistan, Rojhilata Navin û hemû cihên cîhanê silav kir û hemû şehîdên jin yên ku ruhê azadiyê ya berxwedanê derxistin holê jî bibîranî.

Fermandariyê got ku ‘Dîrok ji nû ve xwe nûjen dike, qêrîn mezin dibe’ û wiha domand; “Olîgarşiya faşîst a T.C’yê hemû hêzên xwe bi awayekî şerê topyekûn-weke konsepta êrîşan ji nû ve dîzayn dike. AKP,MHP,CHP a faşîst û şovenîsta sosyal/ hêzên netepersta kuva-î, dixwaze şoreşê têk bibe. Faşîzim, zext, êrîş, şidet û teror her roja diçe zêde dibe. Daxwaza azadî, edalet û demokrasiyê jî beramberî şideta faşîst-dewletê dibe. Bê karî, hejartî û birsîbûn her roja diçe zêdetir dibe.

HERÎ ZÊDE JIN HEDEF TÊN GIRTIN

Keda me, nasnameya me tine tê hesibandin û jiyana rojane ya me dixwazin bi rêya şidet û zextan birêve bibin; dijminê jinan mafê me yê jiyan, axaftin û çalakiyê desteser kirine. Li her derê qetlîaman li ser jinan dikin û em di pêvajoyeke  şideta sîstematîk re derbas dibin.

Her çiqas 25’ê Mijdarê weke  sembolekê lê hatibê jî divê hemû rojan em bikin berxwedana li dijî şideta li ser jinê û têkoşîna azadiya jinê pêwîst e.