Jin wê ji ‘qirkirina jinan û şîddetê re’ bibêjin, êdî bes e

Jinên li Wanê di 25’ê Mijdarê de li dijî tecrîd û şîddetê wê li qadan bin.

Ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîddeta li ser Jinê li avahiya bajêr a DBP’ê daxuyaniyek da. Di aktivîteyê de pankarta li ser nivîsa ‘Em ê qirkirina li ser jinan bidin sekinandin, Jiyanê azad bikin’ hate vekirin. Rêveberên DBP û HDP’ê yên bajêr û navçeyê, aktivîstên TJA, nûnerên KCD, endamên Meclîsa Partiyê yên HDP’ê beşdar bûn.

‘DIXWAZIN JIYANA JINÊ TASFIYE BIKIN’

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Aktivîsta TJA’yê Nesîbe Akdag ve hate xwendin û di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Bi hinceta Rewşa Awarte bi dehan komeleyên jinan, navendên jinan, malên parastina jinan hatin girtin. Bi hezaran jin ji kar hatin avêtin. Sûçên destdirêjiyê zêde bûn, ceza hatin kêmkirin û qetlîama li ser jinan gihişt asta herî jor. Em ê 25’ê Mijdarê bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe yê dayikê li dijî zayendparêziyê têbikoşin.”

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Akdag diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên politîk zêde bûne û wiha got; “Em weke jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de em ê bibêjin ‘Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser bikeve, em ê qirkirina jinan bidin rawestandin û jiyanê azad bikin’