Ji bo bîranîna Delal Amed…

Hevrêya me Delal, bi azadî, wekhevî, giyanê hevrêtiyê, welatparêziyê, bi kenên xwe yên cidî û xwerû, bi sirûştîbûna xwwe, her demê bûya temsîla pakbûnê, çêkeriyê û helwesta pozîtîf.

Hevala me Delal Amed li Kurdistanê her demê bûye şahida têkoşîna herî dijwar, li ber destê Rêbertî perwerde dîtiye, her demê di nav gerîla de di qadên herî dijwar de bi asta herî bilind fermandarî kiriye, herî dawî jî li qada têkoşînê ya herî mezin li Botanê bi berxwedaniyeke mezin, bi helwesteke biryardar pêşengî ji şer re kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.  Keça Amedê ya rûxweşik, dilêr, jîr û zane, tu her demê bi me re yî û tu yê bi me re bî.

Heval Delal Amed her demê bi dilnizmî, pakî, xwerûbûn, bi awirên xwe yên zane û bi azaweriya xwe ya azadiyê her demê di dîroka me ya azadiyê ya jinê de, di dîroka Kurdistanê de wê bi rengê fermandara jin cihê xwe bigire.

Divê em ji jiyana heval Amed gelek tiştan hîn bibin. Ji ber hevrêya me bi ser xist ku bi kedeke mezin û bi nirxên şoreşê xwe biafirîne,di nav şertên dijwan re qeyîm bibe û xwe bi pêş ve bibe. Di şexsê Delal Amed de careke dî rastiyekê xwe bi rengekî bêhempa çespand. ‘’Heke jinek li ser zemîneke rast fikrên azadiyê, îdeolojiyê nas bike û vê bike havêyna karekterê xwe wê berz bibe û xweşik bibe.’’ Li vir heval Delal di nav şer û jiyana dijwar de di sotîneriya qutikê şer de asta berz a azadiyê bi jêhatîbûnekê bi dest ve aniye. Û jinek çawa ev çend dikare bihêz bibe û azad bibe? Bi carekê re nîşanî me daye ku ev çawa dikare pêk were, rê û rêbaz nîşanî me daye. Heval Delal Amed, tecrûbeya 27 salan a azadiyê, dîroka wê, bi mînakên vê tije ye. Mînaka herî berbiçav e heval Delal, ku jinek dema ku ramanên azadiyê yê Rêber Apo bişopîne, azweriya azadiyê bi rengekî bi îdîa bijî, biryardar be, di vê rêyê de bimeşe çawa dikare wiha berz bide.  Her demê xwe nûjen kiriye û meşa xwe jî li ser vê zemînê domdar kiriye.

Em vê fermandara xwe ku dîroka me ya azadiyê ava kiriye, xwedî gelek taybetmendiyên hêja yên azadî û berxwedanê careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Me jinan careke dî bi êşê tecrûbe kir ku pir zehmet e ku jinek heta bi şaneyên herî êşdar bibe xwedî tecrûbe û li xwe zêde bike.

Ji ber ku dema ku jinek dixwaze li ser piyan bimîne, bibe xwedî vîn asteng, bend, dîwar û labîrentên pergala zilam-serweriyê hene. Bi taybetî jî ji bo  jinê  li qadeke leşkerî ku mêr weke qada xwe dibîne, bidestxistina tecrûbeyê, fermandarbûna wê, pêdivî bi azwerî, aqil, bawerî û hîsên kûr heye. Hevrê Delal bi salan bêyî ku biweste, bir meşa xwe ya biryardar ev pêk aniye. Di qadên rêveberî, fermandariyê de ku jin pir zehmetiyan lê dijîn, di nav hemû gerîla û avaniya partiyê de hêza xwe ya gotinê, bandorkeriya wêb i keda xwe pêk aniye. Giyanê berxwedanê yê dîrokî yê jinên Kurd, jinên Amed, keda wan di karektera Delala me de hatiye neqişandin.

Ji bo vê jî divê em hemû, di serî de jinên Kurd, hemû jinên dinyayê careke dî xwedî li xeta jiyanê ya Delal Amed, li pratîka wê biner, hîn bibin û li bîranîna wê ya hevaltiyê xwedî derbikevin.

Hevrêya me Delal, bi azadî, wekhevî, giyanê hevrêtiyê, welatparêziyê, bi kenên xwe yên cidî û xwerû, bi sirûştîbûna xwwe, her demê bûya temsîla pakbûnê, çêkeriyê û helwesta pozîtîf.

Bi şehîdbûna Delal Amed re peywirên mezin dikevin ser me hemû jinan, şervanên azadiyê, gerîlayan. Ji ber ku têkoşîna hevrêya me Delal, helwesta wê pîvanek e. Ji bo vê jî divê em asta têkoşîn, berxwedan, rêxistinî, çalakiyê, azadiyê geştir bikin. Kurd, jin azadî ji mêj ve heq kirine. Em vê di rihê azadiyê yê hemû hevalên şehîd de, di pratîka fedaî de dibînin.

Hevrê Azê jî di YJA-STAR’ê de perwerdeya îdeolojîk da bi sedan hevalan. Bi nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk, nerîna xwe ya felsefîk, enerîk û zindî, bi helwesta xwe ya ku nediket nav qaliban, kan û rihê azadiyê, nûnereke bêhempa a fermandariya jinê bû.

Soz û nêzîkatiya herî mezin a ji bo heval Delal, Azê û hevalên şehîd ên li Bestayê, divê li ser bingehî rast xwedîderketina li bîranîna wan, tevlêbûn û bi teqezî biserxistina şoreşê be.

Bi şehîdbûna hevrê Delal gelê me bi vejînekê wê meşa xwe ya azadiyê geş bike. Gelê me yê Amedê bi giyanê azadî û berxwedanê ya Delal Amed wê dîsa were şuştin, li têkoşîna wê xwedî derbikeve û geş bike.