KJC/KC: Bi giyanê Delalan wê faşîzm têk biçe, azadî bi ser bikeve

Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan diyar kirin ew ê têkoşîna Delal Amed, Azê Malazgirt û şehîdên di yên Bestayê geş bikin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

Komalên Ciwan û Komalên Jin ên Ciwan di şexsê Fermandara YJA-STAR’ê Delal Amed û Azê Malazgirt de 13 gerîlayên ku li Bestayê şehîd bûne bi bîr anîn û sond tolhildanê xwarin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em tevgera ciwanên Apoyî, ji roja ku me rêxistiniya xwe kir û heta niha, bi rengê fedaiyên vê têvgerê em tevgeriyan û ji wiha tevdigerin. Di van rojan de ku em salvegera 40’î ya tevgera me pîroz dikin, em bi wê îdîayê ne ku di nav çarçoweya kampanyaya Serî Hilde de daye destpêkirin di serî de pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertia me, têkoşînê li her qadê geş bikin.’’

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin:

‘’Di nav vê çarçoweyê de di serî de serê malbatên Fermandara YJA-STAR’ê Delal Amed, Azê Malazgirt û 12 hevalên ku şehîd bûne, serî hemû gelê me û hevalên wan ên têkoşînê sax be. Heval Delal Amed di hemû qadên têkoşînê yên PKK’ê de, bi pratîka xwe ya pêşeng, bi helwesta xwe ya kedkar û milîtan yek ji wan fermandaran e ku heta dawiyê xwe çespandiye. Hem salên xwe dane têkoşînê û hem jî di nav van salan de di qadên herî dijwar de, li eniya pêş bi dijmin re şer kiriye û derbên giran li dijmin xistiye. Weke Zîlan, Sakîneyan li dîrokê şopên mezin hiştiye û tevlî nav karwanê şehîda nbûye.

Heval Azê Malazgirt jî bi salan de bi asta pêşengiyê di nav têkoşînê bi serkeftî têkoşiyaye û bi helwesta xwe ya milîtaniya zelal her demê bûye yek ji wan fermandarên ku tim me ji xwe re mînak dîtiye.

Em Komalên Jin ên Ciwan û Komalên Ciwan em sond dixwin ku di rêça bîranîna fermandara mezin Delal Amed û hevalên ku pê re şehîd bûne bişopînin û têkoşînê ji cihê ku wan hiştiye bidomînin û heta bi serfiraziyê bibin.

Dost û dijmin divê her kes bizanibe di serî de jin, hemû tevgera ciwan a Apoyî wê hesabê vê şehadetê bide û wê dijmin bi agirê serfiraziyê biqijilîne. Ciwanên Apoyî û jinên ciwan li hemû qadan wê debên giran li mêtingeriyê bixin, sonda tolhildanê wêb i çalakiyan derxînin holê. Wê ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab were pirsîn. Şehîdbûna wan biryara me ya têkoşînê geş kiriye û her wiha daxwaza me ya tolhildanê jî geştir kiriye. Em son dixwin, bi dirûşma SERÎ HILDE li hemû meydanan em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan bidin û em ê hesab ji dewleta TC’ê ya faşîst û mêtinger, ji hikûmeta wê hesab bipirsin.

Hemû ciwanên me yên şoreşger ên welatparêz, jinê ciwan divê careke dî dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan bidin, guh bidin banga me û di serî de li Bakurê Kurdistanê li hemû qadan cih ji dijmin re teng bikin û dilsoziya ciwanan a bi Rêbertî re nîşan bidin. Bersiva herî xurt a ji bo dijmin ew e ku mirov çeka Delal û Azêyan rake û berê xwe bide nav eniyên azadiyê. Faşîzm wê têk biçe, bi giyanê Delalan wê azadî bi ser bikeve.’’