'Bi xweparastin û berxwedana rêxistinî ber bi serfiraziyê ve'

YJK-E bang li hemû jinan kir ku 25’ê mehê bi dirûşma ‘Bê Rêbertî nabe! Li dijî faşîzmê xweparastin’ derkevin qadan.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê –Elmanya (YJK-E) ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin her cure tundiya li ser jinê îdeolojîk, polîtîk e û divê li dijî têkoşîn jî polîtîk û rêxistinî be. YJK-E diyar kir ku li hemû dinyayê jin ji ber zaynediya xwe di şer û aştî, girtîgeh û qereqolan de, li mal û li derve, li kuçe, kargehan li rasta tundiyê tê.

‘DI SALEKÊ BI SEDAN JIN HATIN KUŞTIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin li Kurdistanê û Tirkiyê di nav deh mehên 2017’an de bi kêmanî 339 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin, li Elman jî 2016’an 331 jin hatine kuştin û hate gotin ev ev tenê çend îstîtatîstîk in ku didin.

‘DIVÊ HIŞMENDIYA XWEPARASTINÊ ÇÊBIBE Û BERXWEDAN WERE GEŞKIRIN’

Bi domdarî hate gotin ku divê jin di têkoşîna dijî tundiya jinê de ya ku nayê dîtin divê were nîşandan, divê tevgereke wiha çêbibe ku teşîra pergalê li ser zemîneke bi hişmendî were rûniştandin, li dijî her cure êrîşa pergala kapîtalîst bi hişmediya xweparastinê jin rabin ser piyan, zemîna têkoşîna hevpar were avakirin, li dijî êrîşên bi dijmintiya jinê ya pergala zilamserwer divê berxwedana rêxistinî were geşkirin.

BANG

YJK-E herî dawî bang kir û got: ‘’Em bang li hemû Meclîsên xwe yên jin ên Elmanya, Komînên Jin û Însîyatîvên Jin, hemû jinên şoreşger-demokrat dikin ku bi dirûşma ‘’Bê Rêbertî nabe! Li dijî faşîzmê xweparstin’ roja 25’ê mehê Şemiyê derkevin qadan.’’