Jinên li Mexmûrê ji bo 25'ê Mijdarê meşiyan

Jinên li Mexmûrê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî bi meşaleyan meşiyan.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de bi meşa meşaleyî, tundiya li jinê tê kirin hate şermezarkirin.

Bi sedan jinên ciwan di meşê de pankarta bi nivîsa 'Serî Hilde, Şer Bike, Rêbertî Azad Bike' vekirin, wêneyên fermandara gerîla Delal Amed, alên PKK'ê, KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Meşê duh êvarî saet 17:30'an li Navenda Saziya Ciwanan dest pê kir. Jinên ciwan bi lêdana Erbaneyan û qîrîna dirûşman heta qada futbolê ya wargehê bi meşaleyan meşiyan.

Piştî meşê, sînevîzyonek li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî hate nîşandan.