Li eniyên şer pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin

Şervanên YPJ’ê li Dêra Zorê bi şerê li dijî DAIŞ’ê re pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin. Şervanên YPJ’ê wiha gotin; “Em dawiya DAIŞ’ê tînin, jinên ku zilm dîtin em azad dikin.”

Şervanên QSD’ê ku li rojhilatê Çemê Firatê bi pêş ve diçin û gihiştine sînorê Iraqê di roja 74’an de herêmeke berfireh û bi hezaran mirov rizgar kirin. YPJ ku di vê şerî de bi awayekî aktîv cih digre hema hema bêjê hemû koordînasyona şer bigre heta lojîstikê de erk digre. Şervanên YPJ’ê Sarîna Zagros ji bo 25’ê Mijdarê ji ANF’ê re axivî û got ku weke jin di nava pêngavê de cihê xwe digire û kêyfxweşiya xwe anî ziman.

DIVÊ HÊZA JINÊ BIÇÛK NEYÊ DÎTIN

Zagros diyar kir ku jinên Ereb ji serweriya DAIŞ’ê û zilma wan rizgar dikin û wiha got; “Divê jin hêza xwe biçûk nebîne. Aktorê bingehîn yê jiyanê  jin dema ku hêza xwe û îradeya xwe derxist holê û bi hev re kir yek wê gelek serketinan bidest bixe. Divê jin hêza xwe bibîne,xwe rêxistin bike û perwerde bike.  Ji bo 25’ê Mijdarê ez bang li hemû jinan dikim ku xwe tevlî nava refên YPJ’ê bikin û dijî çeteyên DAIŞ’ê yên hov têkoşînê xurtir bikin.”

XWE BI TENÊ NEBÎNIN

Şervana YPJ’ê Delîla Cûdî jî bibirxist ku wê dawiya DAIŞ’ê bînin û got ji bo bibin hêviyên jinên ku hêviya xwe winda kirine têkoşînê dikin. Cûdî wiha domand; “Jin ne bi tenê ne. Em li vir weke şervanê YPJ’ê ji bo hemû jinan şer dikin. Em xwedî li 25’ê Mijdarê derdikevin. Em dixwazin vê şideta heyî bi dawî bikin û hemû jinan azad bikin. Ji bo 25’ê Mijdarê ez dixwazim ji jinan re wiha bibêjin; ‘ xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û ji bo têkoşîn kirinê bêteredut nebin.”

TENÊ ŞER TÊRÊ NAKE

Şervana YPJ’ê Melsa Avaz jî got ku wê bixwe şideta zilam ji nêzîk ve dîtiye û ji bo azadiya jinê beşdarê YPJ’ê bûye û wiha domand; “Dema ku şoreş dest pê kirî lêgerîna min ya ji bo azadiyê zêde bû û ez tevlî YPJ’ê bûm. Ez weke şervanekî YPJ’ê pir kêfxweş û birûmet im ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûme. Ji bo em civaka xwe, gelê xwe bi taybet jinan azad bikin çi ji destê me tê em dikin û em şer dikin. Tenê şer têrê nake. Şerê me jî tenê bi DAIŞ’ê re ne sînordar e. Pêwîste jin di aliyê fikir, nêrîn de jî xwe azad bike. Ez bang li hemû jinan dikim ku serweriya dewletê jî di nav de li dijî  her cure tundiyê xwe rêxistin bikin û têkoşînê geştir bikin.”