YJA Star: Şehîdên me bûn sembola milîtaniya berxwedêr

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STarê, Delal Amed, Azê Malazgîrt û hemû şehîdên Bestayê bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li ser şehîdên Bestayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest. Di daxuyaniya YJA Starê de hat gotin, "Şehîdên me bûn sembola milîtaniya serketin û rûmetê. Em ê dijmin bi xurtî têk bibin û ji holê rakin."

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Li qada Bestayê ya herêma me ya Botanê, di operasyona dijmin a meha Mijdarê de ji ber şer û êrîşên bi balafirên şer, sêzdeh hevrêyên me yên bi lehengî li ber xwe dan gihîştin şehadetê. Em van ewladên leheng ên gelê xwe yê bi rûmet û welatparêz, şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbatên sêzdeh hevrêyên xwe re ku endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê heval Delal Amed jî di nav de ye, ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

SEMBOLA DILNIZMÎ Û KEDÊ: DELAL AMED

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha dewam kir:

"Endama Konseya Fermandariya YJA Starê hevrê Delal Amed ku di operasyona Bestayê de şehîd bû, di bîstûpênc salên xwe yên têkoşînê de ji Amedê heta Dersimê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Botanê li her bihosteke axa Kurdistanê kedeke mezin da. Di jiyana xwe ya têkoşînê de timî li qadên herî dijwar ên şer cih girt û bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Delal Amed ku di rêveberiya PAJK û PKK'ê de cih digirt, di asta konseyên fermandariyê yên HPG û YJA Starê de li gelek herêman bi erk û wezîfeya sereke rabû. Hevrêya me Delal Amed ku Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû, bi biharê re di asta Fermandariya Herêma Botanê de berê xwe da qada Bakurê Kurdistanê. Hevala Delal Amed, di jiyana xwe ya têkoşînê û li herêmên berpirsyariya xwe de, ji aliyê kesayetiya serketinê ya serdemê de timî li pêş bû, pêşengî dikir. Sala 1992'an dema tevlî nava refên têkoşînê bû, cihê xwe di bingeha fermandarbûn û artêşbûna jinê de girt, ku li ser xeta Bêrîtan afirî. Heta roja ku şehîd bû, di artêşbûn, şervanî û fermandariya jinê de bû xwedî kedeke xurt û nirxên mezin afirand. Fermandariya serketinê ya şerê dîrokî ji xwe re esas girt û ji bo vê yekê bi cih bîne, ket nava hewldanên berfireh. Bi kûrbûna xwe ya bîrdozî, hêza xwe ya rêxistinî û fermandariya xwe ya leşkerî, şoreşgerî di kesayetî û rêbaza xwe de bi serketî mezin kir. Ji perwerdeya Rêbertî derbas bû û rêbaza Rêbertî bi dildariyeke mezin di jiyan û kesayetiya xwe de xist meriyetê. Hevrê Delal bû sembola dilnizmî, ked û sadebûnê. Kesayet û rêbaza hevrê Delal kesayeteke berxwedêr bû ku ti astengî nas nedikir û timî hewl dida ya zor û zehmet bi ser bixîne. Hezkirin û dilsoziya wê ya ji bo hevrê û gelê wê mezin bû. Hêrsa wê ya li dijî dijmin gelekî tûj û dijwar bû. Dilsoziya wê ya bi Rêbertî re, dildariya wê ya azadiyê û ruhê wê yê serketinê bû. Ji ber vê yekê, ji bo me hemûyan hevrê û fermandareke pîvana serketinê bû. Di serî de malbata wê ya hêja û welatparêz, hemû gel û jinên Kurdistanê ji ber ku xwedî ewladeke bi vî rengî leheng bû, divê bi xwe serbilind bin.

AZÊ MALAZGÎRT

Hevrêya me Azê Malazgîrt ku di vî şerî de şehîd bû, di nava bîst salên xwe yên têkoşînê de ji Zagrosê heta Botanê li gelek herêman bi berpirsyarî rabû û di akademiyên leşkerî û îdeolojîk de bi sedan heval perwerde kir. Hevrêya me Azê ku di pêşketin û pratîkbûna serketina hevalan de xwedî ked û hewldaneke mezin bû, di asta fermandariya eyaletê de cara duyemîn çû herêma Botanê. Hevala Azê jî di sala destpêkê ya tevlîbûna xwe de ji Rêbertî perwerde dît û bi vî rengî berê xwe da qadên pratîkê. Ji bo fêhmkirina Rêbertî, bicihanîn û pêşengtiyeke serketî gelekî hewl da. Bi coşa xwe, bi kesayetiya xwe ya çalak li her herêma lê bû weke fermandareke rêxistinî û pratîkî cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Hevrê Azê ku yek ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna me ye, ji bo bicihanîna wezîfeyên pêşengtiya serdemê, bi rengekî çalak bi erk û berpirsyarî rabû.

'ŞEHÎDÊN ME BÛN SEMBOLA MILÎTANIYA SERKETIN'

Hevrêyên me Egîd, Dîcle, Ferhat, Firat, Hozan, Şoreş, Ronahî, Viyan, Rûken, Viyan Mazlûm, Zozan Herekol û Zozan Cûdî yên di operasyona Bestayê de şehîd bûn, bi kesayetî, jiyan, hevrêtî û sekna xwe ya fedayîtiyê her yek ji wan navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin. Bûn sembola kedê, sembola milîtaniya serketin û rûmetê."

'EM Ê DÎKTATORIYA FAŞÎST JI HOLÊ RAKIN'

Êrîşên dijmin di kîjan astê de tên kirin bila bên kirin, li pêşberî milîtaniya fedayî ya têkoşîna me, mehkûmî têkçûnê ne. Weke YJA Star em careke din dibêjin, em ê dîktatoriya Erdogan û rejîma AKP'ê ya faşîst bi xurtî têk bibin û ji holê rakin.

Gelê me yê bi rûmet û welatparêz, wê têkoşînê xurtir bike û xwedî li bîranîna van keç û xortên xwe yê leheng derkeve. Keç û xortên berxwedêr û serîhildêr ên Kurd, wê li ser şopa şehîdan têkoşînê mezintir bikin û bi vî rengî bersivê bidin."