Li Başûr di nava 9 mehan de şîdet li 7 hezar 645 jinan hate kirin

Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ragihand, li Başûrê Kurdistanê di nava 9 mehên îsal de 7 hezar û 645 jin bûne mexdûrê şîdetê. Herî zêde jî li bajarê Hewlêrê şîdet li jinan hatiye kirin.

Rêveberiya Giştî ya Navenda Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Jinê, bîlançoya şîdeta li dijî jinê a îsal ji şaxên xwe yên li parêzgeha Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Germiyan, Raperîn û Soranê girtiye weşand.  
 
Bûyerên ku weke şîdetê hatine destnîşankirin û tomarkirin ji van pêk tên; “Tomarkirina gilîkirinên şîdetê, kuştin, xwekuştin, şewitîn û xweşewitandin û destavêtin.” Rêje tenê li gorî 9 mehên îsal hatiye weşandin.

Ji ber li parêzgeha Helebceyê ofîsa Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê nîne, rêjeya şîdetê ya li Helebceyê li ser parêzgeha Silêmanî hatiye dayîn.
 
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Giştî ya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê weşandiye di meha Çile ya îsal de 683 bûyerên şîdetê li van parêzgehên Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin ku li gorî salên berê rêjeya herî bilind e. Her wiha piştî gilîkirinê, şewitîn û xweşewitandin di rêjeya duyemîn de cih digire.
 
Li gorî vê hejmarê jî rêjeya şîdetê ya li Hewlêrê ji sedî 34, Duhok ji sedî 21, Silêmanî ji sedî 24, Germiyan ji sedî 10, Raperîn ji sedî 6, Soran ji sedî 3 ye. Rêjeya herî bilind a destavêtinê jî li Duhokê, rêjeya herî bilind a şewitandin û xweşewitandinê jî li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
 
Di meha duyemîn a salê de jî li gorî giliyên ku hatine tomarkirin 717 bûyeran rû dane. Di vê hejmarê de li gorî salên berê hêjmara herî zêde ya şewitîn, xweşewitandin û destavêtinê pêk hatiye.
 
Ev rêjeya şîdeta li dijî jinê ya meha du li gorî bajaran wiha ye, Hewlêr ji sedî 32.9, Duhok ji sedî 25, Silêmanî ji sedî 22 , Germiyan ji sedî 8, Raperîn ji sedî 6, Soran ji sedî 4’ e.
 
Di meha sêyemîn de 651 bûyerên şîdetê hatine tomarkirin. Ji derveyî giliyan, piranî şewitîn, xweşewitandin û bûyerên destavêtinê pêk hatine.  
 
Li gorî vê rêjeyê jî Hewlêr ji sedî 34, Duhok ji sedî 28, Silêmanî ji sedî 20, Germiyan ji sedî 8, Raperîn ji sedî 5, Soran ji sedî 3 ye. Bûyerên destavêtinê ya di vê mehê de herî zêde li Duhokê û şewitîn û xweşewitandinê jî li Hewlêrê hatine tomarkirin.
 
Rêjeya şîdeta li dijî jinê di meha Nîsanê de jî weke 740 bûyer hatine tomarkirin. Li gorî vê rêjeyê jî li Hewlêrê ji sedî 38, li Duhokê ji sedî 22, li Silêmaniyê ji sedî 21, li Germiyanê ji sedî 6, li Raperîn ji sedî 6 û li Soran jî ji sedî 4 bûyer hatine tomarkirin.  Ji derveyî gilîkirinan bûyerên herî zêde rû dane şewitîn, xweşewitandin li Hewlêr û Duhokê rû dane, bûyerên destavêtinê jî herî zêde li Silêmanî û Raperînê rû dane. 
 
Her wiha di meha Gulanê de jî rêjeya şîdetê ya hatiye tomarkirin derketiye 998 û ji derveyî giliyên ku hatine kirin, bûyerên herî zêde rû dane şewitîn û xweşewitandin e. Di vê mehê de careke din rêjeya herî bilind li parêzgeha Hewlêrê hatiye tomarkirin. Li gorî vê hejmarê jî ji sedî 30 Hewlêr, ji sedî 25 Duhok, ji sedî 24 Silêmanî, ji sedî 9 Germiyan, ji sedî 6 Raperîn, ji sedî 3 Soran bûye.
 
Rêjeya bûyerên şîdeta li dijî jinê di meha Hezîranê de jî daketiye 644. Ji derveyî giliyan, piraniya bûyerên ku rû dane kuştin, xwekuştin, şewitîn û xwe şewitandin e û piraniya wan jî li Silêmaniyê hatine tomarkirin.  
 
Li gorî vê rêjeyê tevî giliyan rêjeya bûyerên şîdetê yên rû dane ji sedî 38 Hewlêr, ji sedî  25 Duhok, ji sedî  19  Silêmanî, ji sedî 8 li Germiyan, ji sedî 7 Raperîn û ji sedî 3 jî li Soran bûye.
 
Di meha Tîrmehê de rêjeya şîdetê ya li dijî jinê du qatê mehên berê bûye û gihiştiye hezar û 112’an  ku piştî giliyan, bûyerên herî zêde rû dane şewitîn, xweşewitandin û di van bûyeran de jî dîsa Hewlêr di rêjeya yekemîn de ye. Her wiha bûyerên destavêtinê jî piştî vê tê ku ev jî herî zêde li Silêmanî rû dane.
 
Di vê mehê de rêjeya şîdetê ji sedî 37 Hewlêr, ji sedî 27 Duhok, ji sedî 19 Silêmanî, ji sedî 8 Germiyan, ji sedî 4 Raperîn û ji sedî 2 jî li Soran hatine tomarkirin.
 
Di meha heşt de jî rêjeya şîdetê bilind bûye û gihîştiye hezar û 117 bûyer. Tevî giliyên ku hatine kirin ku her timî di rêzbendiya yekemîn de ye, di vê mehê de herî zêde buuyerên xwe şewitandin û destavêtinê rû dane û piraniya wan jî dîsa li Hewlêrê qewimîne.
 
Di vê mehê de jî rêjeya şîdetê li Hewlêrê ji sedî 30, li Dihokê ji sedî 22, li Silêmanî ji sedî 26, li Germiyan ji sedî 8, li Raperîn ji sedî 7 û li Soran jî ji sedî 3 bûyer hatine tomarkirin.
 
Bûyerên di meha nehan de kêmtir bûye û daketiye 783. Di vê hêjmarê de tevî giliyên ku hatine kirin rêjeya herî zêde ya şewitîn û xwe şewitandinê rû dane. Di rêza yekemîn de dîsa Hewlêr tê.
 
Li gorî vê rêjeya hatiye eşkerekirin, Hewlêr ji sedî 30, Dihok ji sedî 28, Silêmanî ji sedî 22, Germiyanê ji sedî 11, raperîn ji sedî 4 û li Soran jî ji sedî 2 bûyer in.  
 
Li gorî rêjeya 9 mehên sala 2017’an li devara Hewlêr, Duhok, Soran, Raperîn û Germiyanê Heft hezar û 445 bûyer hatine tomarkirin. Di vê hejmarê de jî rêjeya herî bilind a şîdetê li Hewlêrê hatiye tomarkirin. Li pişt Hewlêrê Duhok tê. Di şîdeta dijî jinan a vê demê de hezar û 876 bûyer hatine tomarkirin. Silêmanî di rêza sêyem de tê û rêjeya şîdetê hezar û 682 bûyer hatine tomarkirin. Li Germiyanê 656 bûyer rû daye û li Raperîn jî 441 bûyer çêbûne. Li Soran jî 260 bûyer hatiye tomarkirin.
 
Li gorî vêya jî rêjeya şîdetê ya li Hewlêrê ji sedî  33.9, li Duhokê ji sedî  25.1, li Silêmanî ji sedî 22.2, li Germiyan ji sedî 8.8, li raperîn ji sedî 5.9 û li Soran jî ji sedî 3.4 bûyer rûdane.
Di nava rêjeya ev neh mehên ku hatiye dayîn de bûyerên şîdetê herî zêde di meha heft û heşt de rû daye. Piranî jî gilîkirin, şewitîn, xwe şewitandin û destavêtine.
 
Di sala 2007’an de li gorî sala 2016’an rêjeya şîdeta li dijî jinê gelek zêde bûye û ji 5 hezar û 227’an derketiye 7 hezar û 445. Dîsa li gorî par îsal zêdetirî 2 hezar û 218 bûyerên şîdetê rû dane.