Zîhniyeta mêr û tecrîd wê roja 25'ê Mijdarê bên şermezarkirin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça diyar kir ku wê 25'ê Mijdarê hem şîdeta mêr hem jî tecrîdê protesto bikin û got, azadiya Ocalan ji aliyê civakî ve wê rê li ber guhertinên mezin veke.

Jinên li Amedê xwe amade dikin ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî dakevin qadan. Di çalakiyê de li gel şîdeta mêr û dewletê wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê şermezarkirin. Jinên ku wê li gelek cihên bajêr li hev bicivin, wê heta Kolana Hunerê bimeşin û li vir mîtîngekê li dar bixin. Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Rûken Akça got, daxwaza wan a sereke azadiya Ocalan e.

Akça bal kişand ser şîdeta sîstem û dewlet li jinê dike û got, "Jin serî li ber dewletê û mêr nema ditewînin. Jinên ku serê xwe natewînin, di dema dawî de bi rêya biryarnameyan ji kar tên avêtin û bi vî rengî azadiya wan a aboriyê ji destê wan tê girtin. Ev yek nêzîkatiya şênber a sîstemê ya li dijî jinê ye. Di nava vê sîstemê de lêgerîna li edaletê şaş e. Em li edaletê nagerin, em ê edaletê biafirînin."

'EM Ê JI BO OCALAN LI QADAN BIN'

Akça işaret bi xerabûna civakî kir û destnîşan kir ku civak dikare bi pêşengiya jinan biguhere. Aksay got, ji bo guhetina civakê divê jin ji cihekî dest pê bike û anî ziman, bi tevgera azadiyê ya Kurd re jin bû xwedî toreke xurt a têkoşînê û hê bêhtir nêzî azadiyê bûne.

Rûken Akça destnîşan kir ku jinên li Amedê wê di çarçoveya daxwazên xwe de roja 25'ê Mijdarê li qadan bin û wiha dewam kir: "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bandoreke giran li jinan dike. Bi rojane em li kolanan ji bo 25'ê Mijdarê amadekariyan dikin. Me li Amedê panel û sînevîzyon li dar xist, belavok belav kir. Fikara herî mezin a jinan, rewşa ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan e." Akça destnîşan kir ku wê 25'ê Mijdarê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bin.

'AZADIYA OCALAN WÊ RÊ LI BER GUHERTINÊN MEZIN VEKE'

Di dewama axaftina xwe de Akça diyar kir, di demekê de ku rêxistinbûna jinan di asta herî bilind de ye ew ê li dijî zext û zordariyan her li kolanan bin û got, di pêvajoyekê de ku rojane bi qasî 5 jin tên kuştin, wê polîtîkayên dewletê û mêr kifş bikin û ji bo pêşî li kuştinê bigirin wê li qadan bin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê da xuyakirin ku desthilatdarî werin guhertin jî şîdet û polîtîkayên cihêkar ên li jinê nayên guhertin û anî ziman, di salên ku jin timî dihatin binpêkirin û kuştin de yekane dostê jinan Ocalan bû. Akça got, azadiya Ocalan xwedî girîngiyeke mezin e û bi azadiya wî re ji bo jinan, ji aliyê civakî ve wê guhertinên gelekî mezin rû bidin.

'BILA SEBRA KURDAN NECERIBÎNIN'

Akça destnîşan kir ku azadiya jinan ji Îmraliyê derbas dibe û ragihand ku wê 25'ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê dakevin qadan. Akça got, "Ji bo dawîanîna li kuştin û şîdeta li Rojhilata Navîn bi taybetî li Tirkiyeyê, weke dayikekê, jinekê û mirovekî ew daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Em êdî naxwazin bimirin û bikujin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me bên. Ji ber vê yekê em dixwazin dewlet êdî bi Birêz Ocalan re dest bi danûstandinan bike. Tenduristî û ewlekariya mirovekî ku 40 mîlyon kes wî weke Rêberê xwe dibîne, gel û bi taybetî jinan dixe nava fikaran." Akça di dawiya axaftina xwe bal kişand ser dilsoziya gelê Kurd a bi Ocalan re ev hişyarî da: "Bila ti kes sebra gelê Kurd neceribîne."