KJK: Şehîdên Bestayê bûne fermana serfiraziyê

Koordînasyona KJK'ê Fermandar Delal Amed û şehîdên Bestayê bi bîr anî û soz da ku têkoşînê bi ser bixînin.

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) derbarê şehîdên Bestayê ku di nav wan de Delal Amed û Azê Malazgirt jî hebûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Delal Amed li devera ku dijmin gotî, 'me qedand, em ê biqedînin' bûye fermana serfiraziyê, li djî faşîzmê û pergala qirker bûye biryariya serketinê."

KJK'ê bi domdarî wiha got: ''Di operasyona dewleta TC'ê ya faşîst de ku 3'yê Mijdarê li Bestatê li ser hêzên me yên gerîla pêk anî, fermandara me ya pêşeng Delal Amed û 12 hevalên me yên gerîla şehîd bûne. Em diyar dikin ku ev êrîşa ku li ser hemû avaniya rêxistina me, gelê me yê welatparêz, jinên têkoşer û derdorên demokrat ên dost bandoreke kûr hişt em ê ti caran ji bîr nekin û bi teqezî hesab bipirsin. Bi şehîdbûna van hevrêyên nirxdar her çendî em êşeke mezin bijîn, ev êş têkoşîneke meztir û biryardariyeke meztir a serfiraziyê bi xwe re tîne.''

'DELAL AMED MÎNAKA BIJARTE YA FERMANDARIYA AZADIYÊ YE'

KJK'ê derbarê jiyana têkoşînê ya Fermadar Delal Amed wiha got: ''Yek ji qedroyên pêşeng ê PKK'ê û Tevgera Azadiya Jinê hevrê Delal Amed dema ku nû tevlê bûyî demeke dirêj li Amedê gerîlatî kiriye, piştre li qada Rêbertî perwerdehî dîtiye, piştî komployê di xeta Şehîd Zîlan de di xebatên fedaî de fermandarî kriiye,di xebatên PKK-PAJK, HPG, YJA-STAR'ê de, li Qadên Parastinê yên Medya, li Dersimê, Botanê bi asta bilind peywira xwe bi cih aniye. Hem di xebatên xwe yên giştî û hem jî resen de pir bi îdîa, zane, bi însîyatîv, bi esaleta xwe ya xwerû û bi debdebeya xwe mohra xwe li pêvajoya têkoşînê daniye.Bi vî rengî mînakeke bijarte ya wê fermandariyê ye ku bi şer xweşik dibe û bi xweşikbûnê azad dibe. Zanebûna xwe ya ku bi paradîgmaya Rêber Apo bi pêş xistî, bi tecrûbeya bêhempa ya gerîlatiyê bi kesayatiya xwe re kiriye yek, ev raman û pratîka xwe bi wêrekî, biryardarî, rikdar qeyîm kiriye û helwesta fermandariya jina azad derxistiye holê.

'DELAL AMED BÛYE PIRA ŞOREŞÊ YA KU JI KURDISTANÊ DIÇE TIRKIYEYÊ'

Heval Delal, keça dilêr a Amedê derbirîna xeta berxwdanê ya Zindana Amedê ya rojane û di nav gerîla de ye. Xeta berxwedanê ya Amedê bi Wê re bi rengekî beloq berbiçav bûye, bûye xeta fermandariya jinê. Ji bo vê jî di nav YJA-STAR'ê de her demê bi wêrekî, bi îdîa, perwerdehiya hevrêyên jin û mêran, pêşxistina wan daye ber xwe û bi vî rengî xwe tevlî xebatan kiriye.

Nasnameya gerîlatiyê, PKK'ê û PAJK'ê kiriye yek û gavên wiha yên pratîkan diyar bike avêtiye û bûye pêşengê çalakiyan. Pêşengî ji gelek çalakiyan re kiriye, bi sedan, bi hezaran hevrê perwerde kirine û di azadbûna wan de bûye xwedî kedekê. Ev helwesta wê a tije zeka, rêxistinî, kedkdar, hezkerê azadiyê û rikdar, kiriye ku tim li pêş be. Bi taybetî di dema Fermandariya Biryargeha YJA STAR û HPG'ê de gerîlatiya jinê rêyek vekiriye, gerîlatiya jinê ya Kurd derbarî Rojhilata Navîn, derbasî bajaran bûye. Her wiha girîngiyeke wiha a pêşengiya heval Delal a rojane û dîrokî heye û ev pir girîng e. Heval Delal her wiha di qada TŞYG'yê de jî bûye xwedî roleke girîng. Di hevkarbûna rêxistinên şoreşgerî yên Tirkiyeyî de û di avakirina rêxistina têkoşîna dijî faşîzmê de bûye xwedî roleke çalak. Hem di avakirina TŞYG'yê de û hem jî TŞYJ'yê de bûye xwedî roleke girîng. Bûye fermandara meezin a şoreşa yekbûyî, bûye pira şoreşê ya ku ji Kurdistanê digihije Tirkiyê.''

'BÛYE TALÎMATA SERFIRAZIYÊ'

Herî dawîn çû Botanê ya ku dilê têkoşîna me ya gerîlatiyê ye û warê Egîdan e. Vê meşa wê ya di vê serdemê de ya ku li ser gerîlayan û li ser gel êrîşên dijmin gelek hene, gelekî watedar û dîrokî ye. Bêyî ku ji peywirên biçûk an jî mezin bireve û astengiyan bike hincet, meşa ber bi Botanê bi serketî pêk aniye. Li warê Egîdan wekî Egîdan beşdar bûye, wekî Zîlanan şer dikir û xeta têkoşînê ya Berxwedana Zindana Amedê nû kiriye. Ji ber vî aliyî heval Delal ji Amedê heta Botanê bûye pira berxwedan û serfiraziyê. Li cihê ku dijmin gotiye 'me ew qedand' ew bûye talîmata serfiraziyê û bûye biryardariya berxwedan û serketinê.

Di vî warî de hevrê Delal Amed bi helwesta xwe ya bi cesaret û bi coş di dîroka têkoşînê ya çil salan a PKK'ê de bûye fermandara azadî û serfiraziyê. Girêdayîna wê ya bi Rêbertiyê re û kesayetiya wê ya dilsoz, hezkirina wê ya ji çiya û axa Kurdistanê, ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo jinên Kurd û ciwanên Kurd xetek e. Xeta fermandariya berxwedana jinê ya li hemberî faşîzm û desthilatdariya mêran e."

HEVRÊYA SEMA YUCE: AZÊ MALAZGÎRT

Di dewama daxuyaniya KJK'ê de ji bo yek ji fermandarên YJA Starê Azê Malazgîrt û şehîdên din ên Bestayê wiha hat gotin:

"Fermandareke me ya din a bi hevrê Delal re şehîd bû hevrê Azê Malazgîrt jî, li metropolên Tirkiyeyê dûrî nasnameya Kurd mezin bû, ji nava xeleka asîmîlasyonê derbas bû, li Zanîngeha Çanakkaleyê ya li rojavayê Tirkiyeyê PKK, hevrê Sema Yuce nas kir, ev xeleka asîmîlasyonê şikand û tevlî bû. Hevala Azê ji Rêbertî perwerde dît, ji destpêkê ve gelekî dilxwazê gerîlatî û axa welêt bû, li ser vê bingehê bi lez û bez xwe gihand welêt, dest bi gerîlatiyê kir û di nava bîst salan de bi coşeke mezin, eşq û kêfxweşî tevlî bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Botanê, di karê perwerdeyê de bi roleke girîng rabû, bi sekna xwe ya zane, xurt, ji xwe bawer, xwedî însiyatîf û pêngavî, cihekî mezin di dilê hemû hevrêyên jin û mêr de girt. Di her kêliyê de ji bo her karî amade bû. Zindî bû, her tim xwe û hevrêyên xwe perwerde dikir, enerjiya wê ya jiyanê di asta herî bilind de bû, bi berpirsyariya xwe radibû û bi rûkenî hemû astengiyên li pêşiya xwe ji holê radikir. Di rêya xwe ya şoreşê de, ku ji Çanakkaleyê dest pê kir û heta çiyayên Kurdistanê dewam kir, bê navber meşiya û ji me re mîrateyeke mezin û bi rûmet hişt.

Wekî din, hevalên me Zozan Herekol, Dîcle Erdem, Viyan Mazlûm, Viyan Rûken, Ferhat Mamxurî, Doktor Şoreş, Ronahî Amed, Egîd, Ozgur Ronî, Firat Tolhildan, Hozan Mizgîn û Zozan Cûdî ku li gel hevalên Delal û Azê şehîd bûn, hevalên ciwan û nû bûn ku ji deverên cuda tevlî nava refên têkoşînê bûbûn. Her hevalên me, bi sekna xwe ya têkoşînê, bi kesayetî, berxwdan û şehadeta xwe, mohra xwe li salvegera çilemîn a PKK'ê xistin. Her hevaleke/î me biryardariya şer a li dijî mêtingeriyê ye, banga mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye.

Tevgera Azadiyê ya Jinê wê xwedî li van nirxên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê, xwedî li bîranîna hevrêyên me derkeve û têkoşînê mezintir bike. Û em ê têkoşîna xwe qat bi qat mezintir bikin. Bi serketineke bi heybet û dîrokî em dikarin vê êşa giran sivik bikin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe, jinan, ciwanan, dostên Tirkiyeyî û hevrêyan dikin ku li ser xeta berxwedan û têkoşînê ya hevrê Delal Amed û Azê bicivin, berxwedanê geş bikin, meşa azadiyê bi ser bixînin, berxwedan û têkoşînê xurt bikin û bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn."