TJRK: Hevgirtina jinan wê pergala Îmraliyê hilweşîne!

TJRK derbarê 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, ‘’Em sond dixwin ku em pergala Îmraliyê hilweşînin û azadiya jinê bi pergala civakî ava bikin.’’

Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê (TJRK) ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtin û Têkoşîna Dijî Jinê ya Navnetewî daxuyaniyeke nivîskî da.

TJRK’ê diyar kir ku sedsala 21’ê wê sedsala bi navenda jinê be û bal kişande ser rista jinê ya di şoreşa Rojava de.

TJRK’ê got: ‘’Têkoşîna bîrûbaweriyê ya Rêber Apo ya ku di rêya azadiyê de bi taybetî  ji bo jinan vekiriye, di heman demê de bûye gava ku hemû jinên dinyayê û civak di rêya azadiyê de zana bibin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ‘şikandina tecrîda li Îmraliyê wê were maneya ku her cure tundiya li ser jinê bi dawî were’ û bi bîr xist ku li Tirkiyê  pergala serwer a dîktatoriya faşîst qira jinan û civakê tîne.

 ‘EM Ê AZADIYA JINÊ BI PERGALA CIVAKÎ AVA BIKIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em tevgera azadiya jinê, li her qada ku em lê ne, bi vê bîrûbawerî û hayjêçêbûnê li dijî her cure tundî û zexta li ser jin û civakê têkoşîneke bêhempa bidin.’’

Herî dawî hate gotin TJRK wê têkoşîna  ji Xwîşkên Mîrabel ta bi Roza, Klara, Leylayan standine û bi Bêrîtan, Besê, Zîlan, Sema, Sara, Viyan, Arîn û herî dawî bi Berçeman hatiye asta herî bilind, bi heman giyanî berztir bikin, pergala Îmraliyê parçe bikin û li ser pergala civakî azadiya jinê pek bînin.