PAJK: Dema zanabûn, rêxistinî û çalakiyê ye

Koordînasyona PAJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek da.

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir di  salvegera 25’ê Mijdarê, Roja Hevgirtina û Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî de tundiya li ser jinê her ku diçe zêdetir bûye, bîlançoya kuştina jinan bi qasî ku mirov nikare bi demeke dî re rûberî hev bike hatiye sîstematîkkirin û domdarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em PAJK bi dema jinê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatî ava kirin tenê tundiya li ser jinê şermezar nakin, em wê şanaziyê dijîn ku bi hêza têkbirina vê tundiyê ne û bi vê avantajê ne.’’

TUNDIYA LI SER JINÊ KETIYÊ RENGÊ KU BIBE QIRKIRINA JINÊ

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir tundiya li ser jinê ketiye rengê ku bibe qirkirina jinê û wiha got: ‘’Pergala zilam-serweriyê bi hemû lez û beziya xwe bi armanca nifşê jinê û çanda li dor jinê ye. Wiha li ser jinê tundiya sîstematîk bi rê ve dibe, her kelî gefa kuştinê, destdirêjî û destavêtinê li ser jinê dike, ku jixwe destdirêjî, qirkirin û hovîtî helwesta sereke ya pergla kapîtalîst e. Modernîteya kapîtalîst ji hêlekê ve bedena jinê ji hêlekê ve kêm dike û ji hêla dî ve jî dike meta. Ev qirkirin ne tenê li ser bedena jinê ye, her wiha li ser qada hîsî, zêhnî, raman, çand, giyanî û psîkolojîk e, di van qadan de jî tim dikuje û destdirêjiyê dike. Bi rewşa berdest di nasname û karekterê jinê de hilweşîn û jidestdaneke mezin heye. A rast li vir a ku hatî qetilkirin ne tenê jin in. Di şexsê jinê de ya ku tê kuştin tovên civaka sirûştî ya ku jinê pîroz dibîne, çanda camêr û rûmeta mirovahiyê ye. Ji bo vê jî heta ku li ser jinê tundî hebe ûcdanê mirovahiyê tim wê li nav piyan biçe. Ji ber ku mirovahî bi pîrozditina jinê gav daya xwe. Ji bo ku pîroz hatiye dîtin dest lê nehatiye dayin û bi berzbûnê lê  hatiye nerîn.

Rastiyek e ku tundiya li ser jinê tenê bi rengê qebe,weke pratîka feodal, mêrê paşverû nikare were nirxandin. A ku bi esasî li ser jinê tundiyê bi pêş dixe rêça dewletê ye. Jixwe a ku serweriya zilêm li dijî jinê bi rengê ku meyla tundiyê derxîne pêş, xurt dike, geş dike,lê sor dike dewlet bi xwe ye. Her wiha bîlançoya jinên ku bi terora dewletê têne kuştin têra xwe zêde ye. Xwîşkên Mîrabel bi sedema ku li dijî faşîzmê derketin hatin kuştin.

Di serî de heval Sara, Rojbîn, Ronahî, Pakîze, Fatma, ji Dayika Taybet bigirin heta bi Asya Yuksel, Derya Koç û Cemîlayên biçûk bîlanço têra xwe mezin e. Li vir divê em diyar bikin ku ferqeke girîng heye di navbera yên ku bi terora dewletê têne kuştin û bi serweriya zilêm têne kuştin. Jinên ku bi terora dewletê têne kuştin jinên berxwedêr in ku li dijî pergalê serî rakirine,  ên ku li ser nave namûs, eşqê têne kuştin jinên mexdûr in. Jinên berxwedêr li dijî van êrîşan mafê xweparastinê bi kar tînin ê jinên mexdûr li dijî van êrîşan di rewşeke wiha de ne ku nikarin xwe biparêzin.

JINÊN BERXWEDÊR RÊ NADIN DIMINÊN XWE Û QAQIBO DIKIN

Ji bo vê jî rojeva jina berxwedêr û jina mexdûr cihê ye. Rojeva jina mexdûr; zext, gef, derew-xapandin, girî, têkçûn, gazin, çarenûsî, neçarî, bêhêvîtî, bendawiriya li rizgarkerekî ye û rojeva jinên berxwedêr têkoşîn, rêxistinî, polîtîka, îdeolojîk, nerîna bi zanebûn û felsefîk, azadî, dîrokîtî û ya herî girîng jî hêza berxwedanê ya xweparastinê ku dikare wê ji hemû dijminên wê biparêze. Di encamê de divê vê rojevê de taybetmendiyeke wiha heye ku rê nade dijminan, qaqibo li dijmin dike, serkeftî ye.

DEMA WÊ HATIYE KU BI SÎSTEMA ALTERNATÎF ÊRÎŞ WERIN PÛÇKIRIN

Di vê serdema berdest de, dema wê hatiye ku ji vê pergala ku ji her hêlê ve tundiyê li ser jinê dike tol were hildan û bi berxwedan, avakirina pergala alternafîf were pûçkirin. Em li bendê ne ku jin bi çalakî tevlî ‘kampanayên ‘’Jinan serî rakirine’, ‘’Rajerî na, serhildanê erê’, ‘Em ê li dijî qirkirina jinê rawestin, jiyanê azad bikin’ bibin û wan jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin slav dikin. Li dijî vê zilm û komkujiya jinan, li dijî qirkirinê, ji bilî zanebûn, rêxistinî, têkoşîn û çalakbûnê pê ve ti çareya me nîn e. Bi vê çarçoweyê hemû jinên ku di serî de bi terora dewletê û bi serweriya mêr hatine kuştin bi hurmetdarî bi bîr tînin, em sond dixwin ku pergala azadiya jinê ava bikin û tolê hilînin.’’