Komalên Jinên Ciwan: Li dijî şîdeta mêr serî hilde!  

Komalên Jinên Ciwan got, "Paradîgmaya partiya me ya ku xwe dispêre azadiya jinê, derba herî mezin li feraseta mêr xistiye" û bang li jinan kir ku roja 25'ê Mijdarê dakevin qadan.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, sîstema bi serdestiya mêr a li ser qirkirin û dijminatiya li jinê hebûna xwe didomîne, di vê pêvajoyê de êrîşên xwe berfireh û kûrtir kiriye.

Koordînasyonê diyar kir ku dewleta mêr di serdema heyî de komên çete yên weke DAIŞ'ê û rêxistinên dijminên jinan ên mîna AKP'ê ji xwe re kirine berdevk û wiha dewam kir: "Ev êrîş bi taybetî li dijî jinên ciwan tên kirin ku berdevk û paşeroja civakê ne. Destavêtina li jinên ciwan hema bêjin mîna rewşeke asayî tê nîşandan. Mêr bi navê 'tehrîk dike' şîdeta xwe ya li jinê rewa dike. Jin daxistiye wê astê ku mîna febrîqya zayinê dibîne. Ji bo xizmetê ji mêr re bike, serî li ber bitewîne, ketiye nava zordariya malbat, dewlet û mêr."

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan destnîşan kir ku paradîgmaya PKK'ê ya ku xwe dispêre azadiya jinê, derba herî mezin li vê feraseta mêr xistiye û diyar kir, li hemberî rastiya jinê ya qels, bêdeng û serîtewandî, bi lehengiyên mezin jinên têkoşer û berxwedêr derketin holê.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hişmendiya xwebûnê daye jinan, rastiya jina bedew afirandiye û wiha hate gotin, "Têkoşîna me ya azadiya jinê ku bi pêşengiya Rêber Apo afirî, bûye kabûsa sîstema nêrza. Bi rêya artêş, sîstem û partiya xwe ya xweser, rastiya jinê ya berxwedêr hatiye afirandin ku li dijî şîdeta mêr serî hildide.

Em weke Komalên Jinên Ciwan bi vê mîrateya xwe ya berxwedêr re, li dijî şîdeta mêr careke din dibêjin serî hilde. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinên ciwan dikin ku li dijî sîstema mêr a şîdet û destavêtinê serî hildin. Li febrîqe, kargeh, zevî, dibistan, zanîngeh, kolan û li her qada jiyanê, ji bo serî li ber mêran hilde, em bihişmendiya xweparastinê derba dawî li feraseta mêr bixin!

Ji ber vê yekê weke tevgera jinên ciwan divê em biherikin kolanan û pêşengiyê ji serhildanan re bikin. Ji bo me jinên ciwan wezîfeyeke dîrokî ye ku li dijî faşîzma mêr, bi xweparastinê em biherikin nava refên têkoşînê. Em berê xwe bidin refên têkoşînê, faşîzma mêr hilweşînin û serÎ li ber dewleta mêr hildin. Em careke din bang li hemû jinên ciwan dikin ku têkoşînê mezin bikin û di asta pêşengiyê de tevlî çalakiyan bibin."