MKLP: Delal Amed, Azê Malazgirt û Şehîdê Bestayê bêmirinin!

MLKP û Rêxistina Jinê ya Kurdistan, şehdên Bestay bibîr anîn, got: “Di kesayeta şehîd Delal û Azê de em ê hesabê hemû şehîdan bipirsin.”

Rêxistina Jinê ya Komunîst (KKO)-MLKP/ Kurdistan, ji bo gerîlayên li Bestayê şehîd bibûn, îro daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li Herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê de, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê, Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR Delal Amed û Azê Malazgirt jî di nav de 13 gerîla, berxwedanekî destanwarî raber kirin û şehîd ketin. Serê gelê Kurd, hevrêyên me HPG/YJA Star û malbatên şehîdên me saxbin.”

‘ RUH Û DILÊ XWE DA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERIYÊ’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hevrê Endama Konseya Fermandariya YJA STAR’ê Delal Amed, di tevahî têkoşîna gerîlatiyê de, di rêveberiya PJAK, PKK’ê de cih girtiye, her wiha di asta Konseya Fermandariya YJA STAR’ê de jî li gelak qadan erk girtiye û seketî bi rê ve biriye. Hevrêya me Delal Amed a di dema şehadetê de jî weke Fermadara Fermandariya Navendî ya YJA STAR’ê, di xebatên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) de jî cih girtiye û di ruh û dilê xwe da têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî. Hevrê Delal Amed a ku di heman demê de pêwîstî dît ku pêwîstî bi têkoşîna jina yekbûyî jî heye, di pêvajoya TŞYJ’ê de kedeke mezin daye. Bi xebatên wê ya di warê leşkerî, hevrêbûna wê ya baweriya serkeftin û rêzdariyê bi hesret bibîr tînin. Em wê ji vê sekna wê ya pêşeng nas dikin.

Em hevrêya xwe ya li dijî êrîşên faşîst ên dijmin berxwedana gerîla koordîne dikir, bi kesayeta xwe ya fermadar û ruhê fedayî di têkoşîna jina azad de, di têkoşîna şoreşger a yekbûna gelê me û şoreşa Kurdistanê de erkê xwe bi her awayî anî cih û hevrêyên xwe yên din ên qehreman li hemberî hesret û çalakiyên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Delal Amed (Hulya Eroglû) a di jiyana xwe ya 25 salan a gerîlatiyê de pratîkeke bi hêz, têkoşîneke mezin û fedekar nîşan daye, weke sembola azadî û rûmetê di dîroka Kurdistanê de cihê xwe kiriye.

Hevrê Azê Malazgirt jî, di avakirina nasnameya gerîlatiya jinê û di pêşxistina kesayeta şerkeriyê de weke nirxekî rûmetê fermarekî jin bû. Hevrê Azê, ji bo xurtkirina têkoşînê li her qadê li her eniyê şer kiriye û bûye xwedî vînekî bihêz.

Em di wê hêviyê de ne ku li dijî her êrîşên nemerd û tirsonek ên dewleta Tirk a faşîst wê her demê hevrêyên fedekar ên mîna Delalan û Azêyan têkoşînê bikin.

Di kesayeta hevrê Delal û Azê de, di serî de şehîdên Bestayê û di heman demê de 4 şehîdên MKP’ê yên ku li Dersimê şehîd bibûn bi rêzdarî û hurmet bibîr tînin.

Ev soza me ya têkoşînê ye ku wê dewleta Tirk a faşîst û mêtînger û hemû hêzên dagirker wê li Kurdistanê derbên giran bixwin û winda bikin.

‘EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN’

Gelê me yê kedkar ku li ser vê xakê berdêlên giran dane, wê li ser rêya şervanên jin ên fedayî û fermandaran bimeşin, têkoşînê mezin bikin, wê serkeftina mezin bi dest bixin. Di kesayeta hevrê Delal û Azê de wê hesabê hemû şehîdan bipirsin.”