'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û hemû êrîşên li dijî jinê şermezar kir.

Daxuyaniya Hevserokatiya Desteya Rêveber a bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî hate weşandin, wiha ye:

"Di sedsala 21'ê de bi milyonan jin li tevahiya cîhanê bûn mexdûrê tundî, zilm û desthilatdariyê. Ji bo çareserkirina vê yekê û rizgarkirina jinê, divê sîstemên baviksalarî ji holê bên rakirin.

Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Bi saya serketinên ku di şoreşê de hatin bidestxistin, bi hezaran jin ji zilma DAIŞ′ê hatin rizgarkirin. Her wiha bi saya zagonên Rêveberiya Xweser, jinan mafên xwe bi dest xistin û ji zilma derûnî hatin rizgarkirin. Vê yekê hemû rojên me veguherand roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê.

Jin bingeha avakirina civakeke azad e. Ji ber vê yekê Sîstema Federal li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de hatiye hûnandin. Di vê çarçoveyê de rêjeya jinê di nava Sîstema Federal de 50 ji sedî ye û xwe dispêre sîstema Hevserokatiyê. Sîstema me sîstema jina azad û mêrê azad e.

Em ê bi hemû derfetên xwe bixebitin ku prensîbên azadî û wekheviyê li herêmên Federasyona Bakureyê Sûriyê bên rûniştandin. Banga me li jin û mêrên azadîxwaz ew e ku beşdarî xebatên avakirina Sîstema Federal bibin ji ber ku ev sîstem misogeriya avakirina jiyaneke azad e."