JIN
Hemû Nûçe
-
Cansiz, Dogan û Şaylamez li gelek bajaran hatin bibîranîn
Li gelek bajaran Cansiz, Dogan û Şaylemez ku 9’ê Çile ya 2013’an hatibûn kuştin, hatin bibîranîn. -
Li Efrînê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn
Li Efrînê Tevgera Jinên Ciwan Cansiz, Dogan û Şaylemez ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. -
Jinan mizgînî dane jinan: JIN TV vedibe!
Weqfa Jinan Newa ragihand ku JIN TV wê were vekirin. Weqfê televizyon diyarî 3 jinên şoreşger kir, ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û banga hevgirtinê kir. -
Li Çinarê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bîranîn
Sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li navçeya Çinar a Amedê hatin bîranîn. -
Girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de hatin sirgunkirin
Hate hînbûn ku 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ku ev 60 rojin ji bo protestokirina binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dene, şandine girtîgeheke din. -
Cansiz Dogan û Şaylemez li Baselê hatin bîranîn
Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li 9’ê Çileya 2013’an li Paytext Parîs a Fransayê hatin qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn. -
YJCR: Em tevlî serhildanan bibin
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) li ser serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Sydneyê hatin bibîranîn
Di 5’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemz li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê hatin bibîranîn. -
YJŞ: Em qetlîama Parîsê şermezar dikin
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew qetlîama Parîsê şermezar dikin û heta dawiyê ew ê têkoşîna azadiyê ya jinê bidomînin. -
'Li dijî serweriya mêr divê jin di nava sporê de jî têbikoşin'
Berfîn Yeşîlirmak, yek ji wan jinan e ku ji bo jinan li qada sporê derxînin pêş li dibistanê rêxistinbûnê dike. Yeşîlirmak got, "Ji bo jin li ber cihêkariyê û serweriya mêr rabin, divê li qada sporê jî derkevin pêş." -
Li Kopenhagê bi dirûşma ‘Bila berpirs bên darezadin’ meş
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê bi daxwaza berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an ya têde Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin qetilkirin, meşek hate lidarxistin. -
Li Parîsê bi deh hezaran kes hatin ba hev: Bila Erdogan were darizandin
Li Parîsê ji bo ronîkirina qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’an de Cansiz, Dogan û Şaylemez hatibûn qetilkirin, 25 hezar kes hatin ba hev. -
Hevala girtîgehê ya Celaliyanê, Sêrêşt li mala xwe mirî hate dîti
Derket holê ku Zehra Azad Sêrêşt a ku li Kirmaşanê li mala xwe cezayê xwe yê girtîgehê dikişand di 14’ê Cotmeha 2017’an de li mala xwe mirî hatiye dîtin. -
Dayikên Şemiyê: Serî natewînin; emê demên xweş bijîn!
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê ku di sala 1996’an de hatîbû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê ji bê edaletiyê re serî netewînin; em ê li ser piyan bin û demên xweş bijîn” hate dayîn. -
Kemalbay: Hêvî di dest me de ye, em ê têkoşînê geş bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di konferansên herîmî ya pêşî de, ku beriya Konreya Asayî ya 3’an têne kirin li ser rojevê axivî. -
Taşdemîr: Jinên rêxistinî wê faşîzmê têk bibin!
Parlamentera HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr got, ‘Em ê ‘qeder’a ku li jinê hatiye fesilandin qebûl nekin’ û bal kişande ser karakterê têkoşer ê Sakîne Cansiz. -
Seven: Plana komkujiyê di navbera Elmanya, Fransa û Tirkiyê de hate kirin
Seven: Di komkujiya Parîsê de berpirsyariya hiqûqî ya dewleta Fransiz heye. Fransa divê di pergala dewletê de berpirsyariya xwe zelal bike. -
Encamnameya Kongreya 4. a RJAK’ê hate eşkerekirin
RJAK’ê encamanameya 4’emîn kongreya xwe ya li Silêmanî lidar xistî eşkere kir. Di kongreyê de li ser mijarên aborî, siyasî, pererde, jineolojî, parastina zarok û pêşxistina wê, xweparstinê û gelek mijarên cuda biryarên girîng hatin girtin. -
Li Parîsê FEMEN’ê li dijî ‘Hannîbal Erdogan’ çalakî lidar xist
Endamên FEMEN’ê li Parîsê li dijî serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Parîsê çalakî lidar xist û Erdogan weke ‘Hannîbal’ bi nav kir û protesto kirin. -
Demîr, Ûyar û Nayîr li ser gora xwe hatin bibîranîn
Li Silopiya siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di 2’yemîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa: Sakîne rênîşandêra me ye
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got,’’Duh komkujiya ku di şexsê sê jinên Kurd de pêk hatî, îro bi sedan Kurdî, pêşverûyan dikine hedef û didomînin.’’ -
Kongreya 4. a Asayî ya RJAK'ê dest pê kir
Kongreya 4. a Asayî ya RJAK'ê li Otela Perij a bajarê Silêmanî bi beşdariya 180 delegeyî dest pê kir. -
TJA: Hevrêyên me daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandin
TJA'yê li ser 9'ê Çileyê roja çalakiyan a pêşîgirtina li kuştina jinê daxuyanî da û diyar kir ku hevrêyên wan ên jin ên hatin kuştin, îradeyeke bêhempa, berxwedan û daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandine. -
Ararat: Sevê û hevalên wê rêberên gel bûn
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat got, 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Silopiyayê di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn rêberên gel in. -
Li Efrîn û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan
Li Rojava li navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo û bajarê Efrînê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.