Li Parîsê bi deh hezaran kes hatin ba hev: Bila Erdogan were darizandin

Li Parîsê ji bo ronîkirina qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’an de Cansiz, Dogan û Şaylemez hatibûn qetilkirin, 25 hezar kes hatin ba hev.

Di salvegera 5’emîn de ya ku Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) bi komployekê hatibûn qetilkirin, têkoşîna ji bo ronîkirinan cînayetê didome.

Ji 9’ê Çileya 2013’an û vir ve Kurd Parîs jî tê de li her derê çalakiyên lêgerîna edaletê li dar dixin. Lê ji ber ku bersûc Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de mir, doz di warê hiqûqî de betal bû. Lê piştre di Nîsana sala borî de ji ber serlêdana malbatan lêpirsîneke din hate destpêkirin. Belge û delîlên di vê lêpirsînê de derdikevin holê balê dibe ser MÎT’a Tirkan lê dadgeha Fransayê tu gavan neavêje.

BEŞDARIYEKE GIRSEYÎ

Îsal jî Fransa, Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Avûstûrya, Îngîltere di serî de ji gelek welat û bajarên Ewrûpayê Kurdan berê xwe dan Parîsê. Bi hezaran kes sibehê li Gare Du Nordê hatin ba hev û ber bi Qada Repûbqûeyê meşiyan.

Malbatên Cansiz, Dogan, Şaylemez, Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber ê KCK’Ê Zubeyîr Aydar, Serokê Giştî yê Partiya Çep ê Fransayê Jean Lûc Melenchon, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst Pîerre Laûrent jî beşdar bûn. Di heman demê de 34 saziyên civakî yên Fransayê, partiyên siyasî, sendîka, komên çepgir, tevgerên jinan û komên femînîst jî beşdarî meşê bûn.

TJK-E: WÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Li ser navê TJK-E’yê Aliye Varto axaftina destpêkê ya mîtîngê kir û got: “Ev jinên Kurd, 3 nifş temsîl dikirin. Ev qetlîama berdewamiya komploya li ser Rêbertiya me ye.Lê jinên Kurd tu carî stûyê xwe xwar nekirin û berevajî wê têkoşîna xwe domandin.”

Varto balkişandin ser mirina Omer Guney û got: “Dadgeha Fransayê li benda mirina vî kesî ma û dadgeh her dem taloq kir. Dadgeha Fransayê jî ji vê cînayetê berpirsyar e.”

MALBAT: YÊ KU FERMANA QETLÎAMÊ DA, LI VIR BÛ!

Li ser navê malbatan birayê Sakînce Cansiz, Metîn Cansiz û bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez axivîn. Cansiz got: “Ne 5 sal, ew 15 sal be jî wê lêgerîna me ya edaletê bidome. Em ji qatîlan wêdetir li ser kesên paş qatîlan digerin. Kesê ku fermana qetlîamê da, duh li Parîsê bû. Em vê têkiliyê şermezar dikin.”

PARTIYA KOMUNÎST: BILA DADGEHÊ FRANSAYÊ PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst Pîerre Laûrent jî axivî û got: “Me qetlîama li ser Sakîne, Leyla û Fîdanê ji bîr nekir. Ji ber vê jî em li vê derê ne. Heta ku edalet pêk were, em ê vê dozê bişopînin. Em bang li dadgeha Fransayê dikin ku bila peywira xwe bi cih bînin.”

Laûrent qala têkiliya Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ya Erdogan re kir û got: “Em qebûl nakin ku ji bo berjewendiyên ekonomîk û siyasî herdu welat nêzî hev bibin û Kurdan bikin amûra xwe. Têkoşîna Kurdan li holê ye, em vê nêzikatiya Macron qebûl nakin.”

 ‘BILA 9’Ê ÇILEYÊ BIBE ROJEKE NAVNETEWEYÎ’

Li ser navê Komîteya Hevgirtina bi Kurdistanê re ya Fransayê Joel Dûtto jî diyar kir ku Tirkiye li paş qetlîama 9’ê Çileyê ye û got: “Gelekî eşkere ye ku Tirkiye li paş vê qetlîamê heye, em helwesta dewleta Fransayê şermezar dikin. Li gorî me edalet bi têkoşînê dikare pêk were. Divê dadgeha Fransayê vî qetlîamê ronî bike.” Dûtto diyar kir ku divê 9’ê Çileyê di qada navneteweyî de bibe rojeke taybet.

 ‘PKK NE TERORÎST E; DIVÊ ERDOGAN BÊ DAREZANDIN’

Parlemeterê Partiya Çep Jean Chrîstophe Sellîn jî axivî û bi ser Serokkomarê Tirk Erdogan de çû û wiha got: “Li gorî agahiyên rêveberên MÎT’ê yên di destê KCK’ê de hatin dayîn, fermana vê qetlîamê Erdogan daye. Li ser vê îfadeyê divê hikûmeta Fransa Erdogan darezîne.” Selîn bang li Erdogan û Macron kir û wiha got: “Divê Erdogan û Macron vê baş bizane; PKK ne terorîst e. Divê Ewropa PKK’ê ji lîsteya terorîstiyê derxe û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Serok Apo Mandelayê Kurdan e û divê di demekî herî kin de dest bi hevdîtinên aştiyê bên kirin.”

‘EM Ê JI BO BÎRANÎNA WAN BÎRDARIYEKÊ ÇÊBIKIN’

Parlementerê Partiya Çep Erîc Coqûrel jî ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd ne tenê ji bo azadiya Kurdan têkoşînê dike. Ew têkoşîna azadiyê dikin. Divê xwedî li têkoşîna wan bê derketin. Ji bo em van jinan bidin jiyîn, em ê 9’ê Çileyê bîrdariyekê çêbikin. Ev bîrdarî wê bibe sembola ku em ê wan ti car ji bîr nekin.”

JI PILINGÊN TAMÎLÎ PEYAM

Di peyama li ser navê Pilingên Tamîlî hate dayîn de, hate diyarkirin ku divê qetlîama li Parîsê bê ronîkirin û ev bang hate kirin: “Ji beriya niha bi qetlîamake dişibe ya siyasetmedarên Tamîlî hatin qetilkirin. Di serî de divê ev qetlîam û hemû qetlîamên li ser jinên Kurd hatine kirin divê bên ronîkirin.”

ERZÎNCAN: QETLÎAM BI HEVKARIYA TIRKIYE-EWROPA PÊK HATIYE

Li ser navê KJK’ê Besê Erzîncan jî bi rêya sînevîzyonekê peyamek şand ji bo mîtîngê. Erzîngan di peyama xwe de di kesayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de xwestin li dijî hemû jinên Kurd qetlîamê bidin kirin û wiha got: “Ev qetlîam bi hevkariya dewleta Tirk-Ewropa pêk hatiye. Ev vekirî û zelal e. Li gorî agahiyên hatine parvekirin berpirsyarê vê qetlîamê Erdogan bi xwe ye. Bi xwe fermana wê daye. Weke jinên Kurd ji bo ev berpirs bên darezandin  têkoşînê didomîni. Em têkoşîna gelê xwe ya ku ev 5 sal in didome silav dikin.”

Erzîncan bal kişand ser kesayet û têkoşîna berxwedêr a Cansiz û wiha got: “Sakîne Cansiz pêşenga tevgera jina Kurd e. Xeta wê ya jiyan, têkoşîn û berxwedanê ji bom e sembol e. Em îro têkoşînê li ser xeta wê didin kirin. Weke jinên Kurd heta dawiyê em ê têkoşînê li ser xeta wê bidin meşandin. Eger ku îro têkoşîn û rêxistinkirin heye hemû mîrasê wê ye. Ji ber ku wê hemû jiyana xwe kire qurbana azadiya gelê Kurd. Di serî de em hevrêya xwe Sakîne Cansiz û hemû şehîdên jin bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Gelê me jî ji bo berpirs bên darezandin divê hê xurtir têkoşînê bilind bike.

KARTAL: BERPIRSÊN QETLÎAMÊ DIYAR IN

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî dadgeha Fransa rexne kir û wiha pêde çû: “Îfade û gotinên rêveberên MÎT’ê yên di destê KCK’ê de zelal û vekirî ne. Van kesan her tişt diyar kirin. Berpirsa vê qetlîamê MÎT e. Tevî ku her tişt li ber çavan e û berpirs diyar in dadgeha Fransa bêdengiya xwe didomîne. Em û gelê me qetlîamkeran baş nas dikin. Divê dadgeha Fransa tişta pêwîst bike. Gelê me têkoşîna vê dike û wê hê xurtir bike.

Kartal bibîr xist ku wê AKP û Erdogan hesab bidin û wiha got: “Heta ku Erdogan bê darezandin wê têkoşîna me bidome. Ji bo vê divê gelê me li dijî faşîzmim û AKP’ê têkoşînê hê xurtir bike. Azadiya Rêber Apo nêz e, divê gelê me vê yekê wiha bizane.”

KCKD-E Û HDK-E: HETA EDALET PÊK WERE…

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî axivî û anî ziman ku heta edalet pêk were wê gelê Kurd ên li Ewropa çalakiyên xwe bidomîne û têkoşînê bike. Berdevka HDK-E Esra Demîr jî banga têkoşîna edaletê kir.

Mîtîng piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi stranên ku hunermendên Kurd qîrkirin re bi dawî bû.