Li Çinarê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bîranîn

Sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li navçeya Çinar a Amedê hatin bîranîn.

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li 9’ê Çileya 2013’an li Paytext Parîs a Fransayê hatin qetilkirin li navçeya Çinar a Amedê hatin bîranîn. Di bîranîna li Salona Konferasê ya Mûrat Elîbol a li avahiya DBP’ê ya navçeyê hate kirin di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ve hate pêkanîn. Di bîranînê de li gel jinên TJA’yê hevseroka HDP’ê ya navçeyaê Filîz Bûlût Tekîn , Hevşaredara Çinarê Beyaz Kaplan, Endamên şaredariyê amad bûn. Di bîranînê de ji Atîvîsta TJA’yê Fîgen Tekîn axivî û behsa têkoşîna azadiyê ya hersê jinên Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla kirin. Fîgen anî ziman ku wê tim têkoşîna li dijî hişmendiya qetlîamker bidome û got: “Têkoşîna jina Kurd wê heta dawiyê şopdarê vê qetlîamê be. Ji ber ku ev têkoşîn mîrasê ji wan ji bo me maye.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke ku têkoşîn  û keda sê jinên şoreşger Sakîn, Fîdan û Leyla tîne ziman hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.