Cansiz, Dogan û Şaylamez li gelek bajaran hatin bibîranîn

Li gelek bajaran Cansiz, Dogan û Şaylemez ku 9’ê Çile ya 2013’an hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibûn kuştin li Wan, Riha, Mêrdîn, Amedê, Izmîrê bi bernameyên cuda hatin bibîranîn.

WAN

Li Wanê bi tevlêbûna rêxistinên bajêr û navçeyan ên Wanê yên HDP’ê û DBP’ê Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe û gelek jinan sê jinên Kurd ên şoreşger hatin bi bîranîn.

Ozgokçe di bernameyê de axivî û got di şexsê Sakîneyan de hate xwestin ku îdeolojiya Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan were tinekirin, jinên têkoşer ti caran wê ji zilmê re serî netewînin û got bi qetilkirina Sakîneyan armanc tasfiyekirina tevgera jina Kurd a azad bû lê armanca wan pêk nehatiye. Ozgokçe got, ‘’Di dema pêvajoya çareseriyê de pêkhatina vê komkujiyê mesajeke zelal  bû ji bo Îmraliyê û gelê Kurd. Dewletê bi rengekî zelal diyar kir ku ew aştiyê naxwazin. Lê em jin serê xwe natewînin û em ê bi ser bikevin.’’

Bîranîn bi helbestan û sînevîzyonê bi dawî bû.

RIHA

Jinan, siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi biranîn û gotin: “Dengê bi milyonan jinan li kolanan olan da. Bi pêşengtiya Sara, Fîdan û Leyla de ev têkoşîna jinan pêş ket.”

Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) a Rihayê, 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ku li paytexta Parîsa Fransayê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn. Bîranîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê hat lidarxistin, rêberên HDP, DBP ên bajêr û navçeyan û gelek jin beşdar bûn. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di bîranînê de axivî û diya kir ku ew ê tu carî pêşengên têkoşîna jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Laylemez ji bîr nekin û wan bi rêz û minet bibîr tînin.

‘DIVÊ 5 Û 9 ÇILE BIBE HEFTEYA TÊKOŞÎNÊ’

Surucu, anî ziman ku qetilkirina sê siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir a di hefteya komkujiya Parîsê de, ne tesadüfe. Surucu, dest nîşan kir ku jin û gelê Kurd li dijî koletiyê têkoşîna azadiyê bilid kin û wiha axivî: “Hevalên me yên di berxwedana rêveberiyên xweser de pêşengtî kirin, vîn, berxwedan û eşqa azadiyê qezenc kirin. Divê li dijî komkujiyên Parîs û Sîlopiyê li her malê, her kolanê, gund û bajaran têkoşîn û berxwedana azadiyê bê birêxistinkirin û mezin kirin. Ji ber vê yekê em ê dîroka 5 û 9 Çile mîna Hefteya Bilindkirina Têkoşîna ya li dijî komkujiyên jinên siyasetmedar bigirin dest. Em li kûderê dibin bila bibin, em ê soza xwe ya bilindkirina têkoşînê bidin.”

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî sê siyasetmedarên jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengtiya Platforma Jinan a Mêrdînê bi tevlîbûn HDP û DBP’ê li avahiya HDP’ê hat lidarxistin.

Bîranîn piştî pêşandana sinevîsyona “Dîroka berxwedanê ya ji Sarayan heya Sêvêyan” bi dawî bû.

AMED

Li Amedê jî ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd li avhiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bernameyek bi tevlêbûna Parlamentera HDP’ê Feleknaz Uca, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê, DBP’ê pêk hat.

Di bîranînê de Uca axivî û got, ‘’Ji ber ku em felsefeya wan hildigirin em pê serbilind in. Sakîne digote min, ‘’Ez ê kengî li Amedê vegerim, kengî werim Newroza Amedê’. Ji min re digot, ‘Tu bi siûd î. Ji bo Parîsê digot bajarê evînê, bajarê wekheviyê. Parîs ji bo me Kurdan bû bajarê êşê û nefretê. Li gel ev qas îstîxbaratê çawa ev komkujî pêk hat? Çawa dîmenên kamerayan hatin jêbirin. Çawa hesabê vê komujiyê nehate pirsîn.’’

IZMÎR

Li Îzmîrê jî sê jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin ji hêla TJA’yê ve hatin bibîranîn. Bîranîn li avahiya DBP’ê ya Îzmîrê bi tevlêbûna gelek kesan pêk hat. Di bernameyê de li ser navê Dayikên Aştiyê Cemîle Aydin axivî û got alaya ku Sakîneyan hiştî Sêvêyan rakiriye û diyar kir jiyana wan bi têkoşînê derbas bûye û wiha navê xwe li dîrokê nivîsîne.

Aydin diyar kir ku ew ê di rêça têkoşînê de bin û got, ‘jinên ku azad dibin xweşik dibin.’’

Piştî axaftinan sînevizyonek li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylamez hate nîşandan.