Cansiz Dogan û Şaylemez li Baselê hatin bîranîn

Yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li 9’ê Çileya 2013’an li Paytext Parîs a Fransayê hatin qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Bîranîna ku ji aliyê tevgera jinên Swîsreyê ve hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê ve hate destpêkirin.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê Dîlan Zaza axivî û diyar kir ku welatê Tirkiye yê ku welatê qirkirinê ye bi vê qetlamê xwestiye ku tevgera azadiya Kurd û tevgera jina Kurd û demokrasiyê bike hedef.

Zaza destnîşan kir ku berpirsên vê qetlîamê diyar e û got: “Em kujeran dizanin û nas dikin. Rastî di tarîtiyê de nema, wê nemîne jî. Em di kesayeta van her 3 hevrêyên xwe de sozdidin; heta dawiyê em ê têkoşînê bimeşînin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser ked û têkoşîna şehîdan hatibûn amadekirin hate nîşandan û bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.”