Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa: Sakîne rênîşandêra me ye

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got,’’Duh komkujiya ku di şexsê sê jinên Kurd de pêk hatî, îro bi sedan Kurdî, pêşverûyan dikine hedef û didomînin.’’

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê li ser Komkujiya Parîsê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Sakîne Cansi, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên ku hatibûn qetilkirin hate bibîranîn û hate gotin, ne dewleta Fransa ne jî ya Tirk ji bo ku kujeran bibîn hewl nedane, bi ser de tetîkkêşê komkujiyê Omer Guney beriya ku dadgeh pêk were bi çend rojan bi rengekî bi guman ji holê hate rakirin û tenê ev rewş jî nîşan dide ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve plana wê hatiye kirin û dewleta Fransa jî hevkarî bi sûc re kiriye.

Bi berdewamî hate gotin ku qetillkirina sê jinên Kurd ji êrîşên bi ser Tevgera Azadiyê, şoreşgeran û pêşverûyan ên li welatên Ewropayê û bi taybet ji geşedanên Tirkiyê û Kurdistanê ne bêrî ye.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst got, ‘’Komkujiya ku duh di şexsê sê jinên şoreşger de pêk hatî, îro bi êrîşên li ser bi sedan Kurdî, mirovên pêşverû berdewam dike. Ji bo vê jî ji her demê girîngtir e ku ji bo ku mirov hesabe sê jinên Kurd bixwaze.

BANG

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê herî dawî banga tevlêbûna meş û mîtînga navendî ya 6’ê Çile ya li Parîsê kir û got, ‘’Em bang li hemû koçber, karker, kedkar û jinên ciwan dikin ku tevlî meşê bibin ji komkujan û kujeran hesab bipirsin.’’