YJCR: Em tevlî serhildanan bibin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR)  li ser serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

YJCR bang tevahî jinên ciwan kir û got: “Bi hêzeke hîn xurtir û bi rêxistinkirî em tevlî van serhildanan bibin”

Daxuyaniya YJCR wiha ye :

“Seranserî Îran û rojhilatê Kurdistan ev hefteyek zêdetir e gel li ser piyan e û bi raperîneke dîrokî daxwaza mafên xwe dike. Îran di dîroka xwe de yekem car e şahîdiya ev şêwaz serhildanan dike. Yên ku vê serhildanê bi vî şêwazî dîrokî jî dike pêşengtiya jin û ciwanan e.

Bi taybetî beşdarbûnên jinên ciwan bi giştî jinan, reng û asta raperînan jî guhertiye. Yekem care di vê astê de jinên ciwan berê xwe didin qadan û mohra xwe li hemû çalakî û serhildanan didin. Ev bêguman asta zextên rejîma Îranê ya li ser jinên ciwan û jinan nîşan dide, dîsa li beramberî van zextan bêtehemmuliya jinan û daxwaza wan ya azadiyê jî nîşan dide.

Bi nasnameya xwe ya jin û ciwantî jinên ciwan beşa civakê ya herî dînamîk in. Ji ber vê yekê pêşengtî û beşdarbûnên wan ji van serhildanan re wê bibe wesîleya serkeftina daxwaza gelan jî. Jinên ciwan îro xwedî nasnameyek cuda ya rêxistinbûnê ne û ev yek hêza wan zêdetir jî diyarker dike. Li ser vî esasî bi taybetî di vê pêvajoyê de pêwîstî herî zêde bi rêxistinbûyîna jinên ciwan heye.

Çi Faris be, çi Kurd be çi Afgan ve û çi jî Azerî be hemû jinên ciwan xwedî mafê xwerêxistinkirinê ne. Jinên ciwan di heman demê ji parastina cewherî ya xwe û ya civaka xwe jî berpirsiyar in.

Li ser vî esasî em wekî YJCR bangî tevahî jinên ciwan yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi hêzeke hîn xurtir û bi rêxistinkirî tevlî van serhildanan bibin û ji bo pêşerojeke adîlane, wekhev û azad têbikoşin. Ya ku her cûre ferasetên desthilatdar û zilamsalarê wê têk bibe, wê hêza rêxistinî ya jinên ciwan be.”