Jinan mizgînî dane jinan: JIN TV vedibe!

Weqfa Jinan Newa ragihand ku JIN TV wê were vekirin. Weqfê televizyon diyarî 3 jinên şoreşger kir, ku li Parîsê hatibûn qetilkirin û banga hevgirtinê kir.

Weqfa Jinan Newa got, ‘’Em dixwazin mizgîniya wê bê bidin ku televizyoneke jinan a bi navê ‘JIN TV’ wê dest bi weşanê bike.’’ Weqfê got jinên Kurd rêgezan bi cih tînin, diyar kir ku ew televizyonên diyarî 3 jinên Kurd dikin ku li Parîsê hatine qetilkirin û banga hevgirtinê kir.

Weqfê ragihand ku wê televizyona jinan JIN TV were damezirandin. Di daxuyaniya derbarê mijarê de hate gotin têkoşîna azadiya jinê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivisîye.

‘JIN DI SERDEMÊN HERÎ BI REFLEKS Û BÎREWER DE NE’

Di daxuyaniyê de hate gotin desthilatdarî, rejîm û pergalên ku xwe li ser hişmendiya zilam-serweriyê ava kirin li bara têkoşîna geşbûyî ya jinan dihejijin û ev rejîmên mêr ên ku dihejijin ji bo ku vîna jinê bidin şikandin polîtîkayên xwe yê mêtingeriyê û tundiyê girantir dikin, li hêlekê dewlet tundiya xwe bi yasayên xwe û hêzên xwe yên çekdar pêk tîne, nûnerê dewletê zilam jî li kuçeyan heman tundiyê dike û bi hevkariya dewlet-zilêm jiyana jinê tê dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Li dijî van zextên bi hevkariya zilêm û dewletê jin belkî cara pêşî ye ku di dîrokê bi bîreweriyeke herî xurt û refleksên rêxistinî, bi têkoşînê bersiv didin. Çawa ku berxwedaniyên mezin ên ku jinan di dîrokê de kirine zilêm bi destê xwe ew tehf daye, îro jî deng û qêrîna jinê, serhildaniya wê ya di medyaya sereke de xwe nabîne û bi paş ve tê tehf dan. Serkeftina jinan, ked, hişmendiya wê nayê dîtin û tê xwestin ku qels were xuyakirin. Ên bi îdîaya alternatîfbûnê ne jî di nav rojevên sereke de li cihê herî paş rê didin jinê û wiha karîgeriya wê notr dikin.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ji dîrokê heta niha têkoşîna jinan her qanoxa xwe, her pêşketina xwe hewl dane ku bi sazî bikin û bi domdarî , ‘’Ev rêç di têkoşîna jina Kurd de jî dom kiriye. Ajansa Jinan a ku xwe dispêre raman, ked, ziman û şîroveya jinê yek ji vê mînakê ye. Rahiştiye nirxên gerdûnî yên jinê, hêlên xwe yên resen jî qeyîm kirine û li her qadê jinên Kurd hewl dane ku gavên pêşî bavêjin. Yek ji van qadan jî qada çapemeniyê ye.’’

Me Weqfa Jinan New bi salan e me hewl da ku lêgerîna xwe ya azadiyê ya geşbûyî bi rêya weşanên xwe ji dinyayê re ragihînin. Bi vê, me hewl da ku em bibin parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya jinan, kedekê lê zêde bikin û bibin kedkarên wê.’’

‘HELWESTA ERÊNÎ EM WÊREK KIRIN’

Weqfê diyar kir heta niha bi desteka jinê li ser piyan mane, saziya wan bertekên pozîtîf bi xwe re anîne û van bertekan ew wêrek kirini û kiriye ku jin di çapemeniyê de îdîaya xwe mezin bikin û got niha jî ‘’Em Weqfa Jinan Newa di televizyoneke bi navê ‘Jin Tv’ dixwazin mizgîniyê bidin jinan.’’

TELEVÎZYONEKE ÇAWA?

*Beriya her tîştî em dixwazin diyar bikin ku wê bibe televîzyoneke wiha ku li dijî qodkirinên civakî wê şer bike. Wê li dijî medyaya sereke ya zayendîparêz be û nirxê jinê berbiçav bike. Televizyona jinan, bi wê îdîayê ye ku ji dinyaya jinê re bibe mirêk.

*Wê jinê bi rengê ku kana jiyanê ye dîsa berbiçav bike û dawî li wê rewşa jinê bîne ku di nûçeyên bi tundiyê, di rûpela sêyan de cih digire û li TV’yan piştî nûçeyan kirine ‘objeya xemlê’. Jin wê huner, spor, siyaset, zanistê, sirûştê, tenduristiyê şîrove bikin û bi mottoya ‘jiyan hebe em jî hene’ wê dengê xwe derxîne.

*Jin TV wê li dijî tundiya li ser jin û zarokan be, ên ku tundiyê dikin wê teşhîr bike, wê bang li jinan bike ku di van qadan de parastina xwe bikin.

*Jin-TV ew ê îddîaya wê ev be ku di her qada jiyanê de keda jinê bide nîşandan. Têkiliya jin û mêran di serî de ew ê li ser têkiliya jin-zarok, mêr-zarokan bisekine. Ji karbeşiya di nav malbatê bigire heta krîterên malbata demokratîk ew ê bingehên civakê bide ber pirsan.

* Li hemberî medyaya mêran a ku jinan dike malzemeya reklamana û meta, ew ê tabûyên li ser bedena jinê hilweşîne û ew ê jinan wekî kirdeya jiyanê bîne ser ekranan.

*Jin TV ew ê ji jinan re bibêje ku tişta tê serê wan ne qeder e û li hemberî kêşeyan ew ê li çareseriyan bigere û di vî warî de culhet bide jinan.

*Televîzyona me ew ê bi awayekî pirzimanî, pirçandî û piralî afirîneriya aqil û hestan bike yek. Li hemberî medyaya ku cihêtiyan tune dihesibîne, ew ê pirahiyê bike esas.

*Ew ê keda jinan a ku nayê dîtin û tune tê hesibandin, derxîne pêş. Ew ê her dem li ba jinên li ser erdan, ofîs û kolanan be.

DIYARÎ ŞEHÎDÊN PARÎSÊ HATE KIRIN

Em, Weqfa Jinan a Newayê spasiyên xwe li her kesan dikin ên ku ked û piştgirî dane projeya me. Kitekitên televîzyona me ew ê di demên pêş de bi raya giştî re were parvekirin. Vê xebata ku bi keda bi sedan jinan em dikin, di serî de em diyarî hemû jinên têkoşer û diyarî bîranîna Sara, Rojbîn û Ronahiyê dikin ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Em baweriyê bi vî tiştî tînin ku, ew ê her jin ked û piştgiriyê bidin televîzyona jinan. Jin, Jiyan, Azadî….”