TJA: Hevrêyên me daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandin

TJA'yê li ser 9'ê Çileyê roja çalakiyan a pêşîgirtina li kuştina jinê daxuyanî da û diyar kir ku hevrêyên wan ên jin ên hatin kuştin, îradeyeke bêhempa, berxwedan û daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandine.

Tevgera Jinên Kurd (TJA) li ser 9'ê Çileyê roja pêşîgirtina li cînayetên jinên polîtîk daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê diyar kir ku têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê pêşî li komkujiyên jinan bigire û ragihand, komkujiyên jinan tesadûfî nînin. TJA'yê destnîşan kir ku hevrêyên wan ên hatin kuştin, îradeyeke bêhempa, berxwedan û daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser salvegera 6. a komkujiya Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê şehîd bûn û salvegera 2. a komkujiya Silopiyayê ku Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi rengekî hovane ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin û hat gotin, "Mezinahî û kûrahiya êşekê, bi nirxê xwe yê wateya civakî ve girêdayî ye. Hevrê Sakîne Cansiz ku temamiya têkoşîna wê ya jiyana şoreşgerî di heman demê de şerê azadiya jinê ye, ji mînakên yekane ye ku berxwedan, rûmet, azadî, serketin, şer, eşq, bedewî, exlaq û nirxên wijdanê yên jin û civaka Kurdistanê kiriye xwedî kesayet. Rêberê me ji ber vê yekê dibêje 'Jiyana Sakîne mînak e. Azadiya jinê têkoşîna Sakîne ye'."

'KUŞTINA JINAN TESADÛF NÎNE'

TJA'yê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku komkujiyên jinan tesadûf nîne û wiha dewam kir: "Hevrêyên me Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, di hefteya komkujiya Parîsê de ji aliyê hêzên dewletê ve bi xwînxwarî hatin kuştin. Ev yek tesadûfî nîne. Bi taybetî hatiye plankirin û pêkanîn. Ev hevalên me ku di berxwedana xwerêveberiyê ya gel û jinên Kurd de bi rola pêşengiyê rabûn, îradeyeke bêhempa, berxwedan û daxwaza azadiyê li dîrokê neqişandin. Bi cesaret, hêvî û baweriya xwe, di têkoşîna azadiyê de rê li ber serketinên mezin vekirin û sekna xwe veguherandin mîrateyekê. Lewma em minetdarê wan in. Deynê me, yê gelê Kurd û hemû jinên cîhanê ye ku têkoşîna wan bi ser bixînin."

'HÊZA YEKBÛYÎ YA JINAN WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bi rêxistinbûna xwe wê pêşî li komkujiyan bigirin û hat gotin, "Li dijî kujerên komkujiyên Parîs û Silopiyayê, divê em têkoşîn û berxwedana xwe li her malê, li her kolan, gund û bajaran bi rêxistin bikin, têkoşîna bi zanebûn xurtir bikin û çalakiyên xwe zêde bikin. Lewma em ê 5 û 9'ê Çileyê weke hefteya geşkirina têkoşîna li dijî komkujiyên jinan ên siyasî bibînin û heta ku dawî li sîstema mêtingeriya qirker bînin, li ku dibe bila bibe em ê bi rengekî bê eman têkoşîna xwe bidomînin. Em vê sozê didin şehîdên xwe, jinan û gelê xwe. Em bang li hemû rêxistinên jinan û hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku xwedî li hevrêyên me yên jin ên di têkoşîna azadiya jinê de hatine kuştin derkevin û tevlî çalakiyan bibin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi hêza yekbûyî ya jinan faşîzmê têk bibin."