Hevala girtîgehê ya Celaliyanê, Sêrêşt li mala xwe mirî hate dîti

Derket holê ku Zehra Azad Sêrêşt a ku li Kirmaşanê li mala xwe cezayê xwe yê girtîgehê dikişand di 14’ê Cotmeha 2017’an de li mala xwe mirî hatiye dîtin.

Tê diyarkirin ku Sêrêşt ligel girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan jî maye û piştî ku Sêrêşt ji girtîgehê derketiye jî, têkiliya wan domiyaye. Tora Mafên Mirovan  diyar kir ku Sêrêşt piştî ku ji girtîgehê derketiye, ji ber ku têkiliya xwe bi Celaliyanê re domandiye, îstîxbarata Îranê ew tehdîd kiriye.

 Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Zehra Azad Sêrêşt di encama tehdîdên Îtlaatê ya ku îstîxbarata Îranê ye bi awayekî gumandar di 14’ê Cotmehê de li mala xwe mirî hatiye dîtin.

Hat hînbûn ku hevaleke Zeynep Celaliyan û Zehra Azad Sêrêşt ev agahî ji Tora Mafên Mirovan re ragihandiye, “Zehra û Zeynep Celaliyan 4 salan li girtîgehê bi hev re bûn. Piştî ku Zehra derket jî têkiliya wan li ser telefonê domiya. Îtlaatê ji bo ku Sêrêşt têkiliya xwe bi Celaliyanê re bibire, gelek caran Sêrêşt tehdîd dikir. Îtlaatê ji Sêrêştê re gotiye, ‘Heke tu di Tv’yê de têkildarî Zeynep Celaliyanê biaxivî, em ê alîkariya maddî li te bikin.’ Lê Zehra Sêrêşt ev tişt qebûl nekiriye.”