Taşdemîr: Jinên rêxistinî wê faşîzmê têk bibin!

Parlamentera HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr got, ‘Em ê ‘qeder’a ku li jinê hatiye fesilandin qebûl nekin’ û bal kişande ser karakterê têkoşer ê Sakîne Cansiz.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi dirûşma ‘’Gotina me heye û hêza me ya guherînê’ konfenransek li avahiya Şûbeya Egîtim Senê ya Wanê amade kirin.

Di konferansê de Dîlan Dîrayet Taşdemîr got beriya kongreyê ew li gelek bajaran bi jinan re hatine cem hev, kongre wê bi tevlêbûna jinan geş bibe.

 ‘WEKE CANSIZ..’

Taşdemîr got van 2 salên dawî pêvajoyeke giran heye, li bajarên Kurdistanê gelek komkujî bûne. Taşdemîr diyar kir ku bi vê konferansê wê hevgirî û têkoşîna jinan geş bibe, tasfiyeya li ser Kurdan zêdetir wê nikaribe xwe bidomîne, ji ber ku jin bi têkoşîna rêxistinî wê dawî li vê bînin. Taşdemîr Cansiz bi bîr xist û got, ‘’Tim ji me xwestin ku em jin serê xwe bitewînin. Lê em jin vê qedera ku li me fesilandine qebûl nakin. Sakîne Cansiz çawa ku di dema Kenan Evren de serê xwe ji êşkenceyê re netewand, em jin jî îro li dijî faşîzmê em ê têkoşîna xwe geş bikin.’’

Taşdemîr got dinya jinên Kurd ji xwe re dike mînak, pêşengiya ijnan girîng e,  hişmendiya zilêm li her deverê xwe nîşan dide û ji 7’ê Hezîranê ve desthilatdariya AKP’ê dixwaze rêxistiniya jinê biqedîne, bi teşîrkirina bedena jinan, li kuçeyan bi kuştina jinan dixwazin pergala ku jin daxwaza wê dikin ji holê rakin û îro jî AKP bi girtina hevserok, wekîlên HDP’ê dixwaze vîna wan bişkîne.