Kongreya 4. a Asayî ya RJAK'ê dest pê kir
Kongreya 4. a Asayî ya RJAK'ê li Otela Perij a bajarê Silêmanî bi beşdariya 180 delegeyî dest pê kir.
Kongreya 4. a Asayî ya RJAK'ê li Otela Perij a bajarê Silêmanî bi beşdariya 180 delegeyî dest pê kir.
Kongreya 4. a Asayî ya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li bajarê Silêmanî bi beşdariya 180 delegeyî dest pê kir.
Jinên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî tevlî kongreya RJAK'ê bûn.
Kongre li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi axaftina vekirinê dest pê kir. Wê piştre rapora kar bê xwendin û piştî nîqaşan wê encamên kongreyê bi danezanekê werin eşkerekirin.