Seven: Plana komkujiyê di navbera Elmanya, Fransa û Tirkiyê de hate kirin

​​​​​​​Seven: Di komkujiya Parîsê de berpirsyariya hiqûqî ya dewleta Fransiz heye. Fransa divê di pergala dewletê de berpirsyariya xwe zelal bike.

Endamê Komîteya Navendî Nedîm Seven, li ser qetilkirina yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylmez axivî.

Seven, ku di dema komkujiyê de di rêveberiya Ewropayê de cih digirt, got, piştî lêkolîna wan a piştî komkujiyê ew gihaştine wan daneyen ku plana komkujiyê di navbera Elmanya, Fransa û MÎT’a Tirk de hatiye kirin. Seven got, hemû berpirsyarî jî ya Fransayê ye.

 ‘TÊKILIYÊN TIRKIYÊ, FRANSA, ELMANYA Û YE’YÊ, TÊKILIYÊN BERJEWENDIYÊ NE’

Seven got, her demê Tirkiye bi Ewropayê re di nav têkiliyên berjewendiyê ye û got, ‘’Di wan deman ku ku mijar Kurd bin têkilî vediguherin têkiliyên berjewendiyê. Ev ji bo Elmanya jî û Fransayê jî wiha ye.

Seven got ev têkilî piştî yekîtiya aborî ya bi navenda Elmanya û Fransayê ava bûyî veguheriye yekîtiyeke siyasî û got, ‘’Ev yekîtiyî ji 42 konsey û 27 endamên Yekîtiya Ewropa ava dibe. Em 2006-2013’an li wir bûn. Wê demê dihate nîqaşkirin ku Destûra Ewropa dikare were danîn. Dikare veguhere pergaleke destûrî. Hê jî ev nîqaş didomin. Têkiliyên YE’yê yên qada navnetewî bi welan re û bi welatên Rojhialata Navîn re bi temamî yên berjewendiya aborî, polîtîk in. Tirkiyê jî ji ber rejîmê bi karta PKK’ê, bi bikaranina pirsa Kurd di têkiliyên bi Fransa, Elmanya û welatên dî yê YE’yê re tawîz daye û hewl da ku ji hêla siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve derban lê bixe. Li ser mafê mirovan,hiqûqa gerdûnî, destûra bingehîn ku ew behsê dikin ti yekîtiyek çênebûye. 

BINGEHÊ VÊ KOMKUJIYÊ SALA 1985’AN HATE DANÎN

Seven diyar kir ku bingehê komkkujiya Parîsê 1985’an piştî ku Elmanya polîtîkaya krîmînalîzekirina PKK’ê daye destpêkirin hatiye danîn û got, ‘’1985’an li Elmanya li ser tevgera me arestebûneke berfireh hebû. Dihate gotin Tirkiye endamê NATO’yê ye û bi navê têkoşîna dijî PKK’ê êrîşeke bi navenda gladiyo pêk hat. Lê xebatên PKK’ê yên li Ewropayê ti caran derneket derveyî yaysan, her demê li gorî yasayan xebat hatin kirin. Elmanya ku li gorî polîtîkayên berjewendiyê tevdigeriya, ji ber berjewendiya bi NATO’yê re ji bo qadên îdeolojîk, siyasî û sosyalîzmê berteng bike tevgera dorpêçkirinê da destpêkirin. Ev pêvajoya bi dozên Dussldorfê dest pê kir.

Pêvajoyeke ku rêveberên PKK’ê werin girtin tê jiyîn. Ji bo daxwaza Tirkiyê ev hate kirin. Wê demê Tirkiyê hemû nirxên madî, manewi û nirxên netewî yên Kurdistanê û Tirkiyê pêşkêş kir û ev êrîş da destpêkirin. Tifaqa Tirkiyê, Elmanya û Fransayê ku 93’yan li dijî PKK’ê dest pê kirî ber b isalên 2000’î ve geştir bû. 2001’an piştî 11’ê Îlonê fûryayek bi navê têkoşîna dijî terorê hebû, ku DYA’ê bi pêş xistibû û bi navenda Îsraîl û Îngîltereyê bû...

Dihate gotin rêxistinên terorîst, dewletên terorîst û li dijî van têkoşîn heye. YE’yê jî hemû rêgezên pêkhatina xwe li hêlekê hişt û piştî salên 2000’î ev teza DYA’yê parast. Piştî ku 2002’an AKP hatî ser desthilatdariyê li ser mijara Kurdan heman polîtîka domand.’’

 ‘DI DEMA SARKOZY DE PIR ZÊDE BÛ’

Seven diyar kir ku êrîşa berfireh a li dijî PKK’ê, 2006’an bi lihevkirina di navbera Tirkiyê û Fransayê de çêbû û got derdorên nêzî PKK’ê li ti deveran Ewropayê, ti demê çalakiyeke der zagonî nekirine lê li gel vê jî ji ber polîtîkayên berjewendiyê li dijî jiyana siyasî û civakî ku bi terorê bi nav kirin bi hevkarî êrîş anîn û dewleta Fransayê di dema Sarkozy de, dema ku serokê Partiya Gelparêz bû, 20017’an ev kir, ku wê demê bi pêşengiya partiyê bûbû Serokwezîr.

Seven diyar kir ku têkiliya Fransayê bi Tirkiyê re wê demê kûrtir bû, karta PKK’ê pir hate bikaranîn, Kurd xistin bazarê û bi van têkiliyan bazarganiya wan a bi Tirkiyê re geş bû heta Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin li ser navê dewleta Tirk dewleta Fransayê êrîş bi ser Kurda de bir.

 ‘KOMKUJÎ LI BÛROYEKE KU DI BIN KOTROLA DEWLETA FRANSAYÊ DE BÛ PÊK HAT’

Seven diyar kir ku bûroya ku komkujî lê bûyî ev 22 sal in bi kontrola dadgerên lêpirsînê yên Fransayê de bûye û got, ‘’Li Fransayê saziyeke bi navê dadgerên lêpirsînê heye. Ev dadgerên lêpirsînê bi wê rayeyê ne ku dikarin binçav bikin, bigirin û bi şertê kontrola edlî berdin. Nikarin ceza bidin. Dadgerên siyasî ne. Bi ser Sarkozy ve bûn. Li gorî biryarên siyasî tevdigerin. Ji bo ku siyasî ne biryarên siyasî didan.

Wê demê komeleya me li rex bûroya hilbijartinê ya Sarkozy bû. Propagandayeke mezin dikir. Ji  me jî du kes xwestibûn. Li gel vê jî mohra terorîstê me li komeleyên me xist, ku komeleyên me li gorî yasayan diçûn, heman demê bi ser malan de girtin. Derî şikandin. Ev doz dest pê kirin. Di rewşa berdest de tiştek ji dosyayê derneket. Bi rengê şepirzetiya hiqûqê kete dîrokê.’

Seven diyar kir ji ber kûrbûna têkiliyên Fransa û Tirkiyê li ser komele, sazî û nûnertiyên Kurdan kontrola edlî hate dayin û got, ‘’Cihê ku hevrê Sara, Ronahî û Rojbîn hatin qetilkirin Bûroa Enfermosyonê ya Kurdistanê bû. Ev bûro ji 1990’î ve bûroyeke fermî bû. Li rex bûroyê Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya hebû. Lê mixabin dadgehên Fransayê kontrola edlî li ser herduyan danî. Piştre li deverên cuda jî kontrola edlî li ser komeleyên me hate dayin û şopandin. Ev li Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê jî hate kirin. Li devereke wiha ku deriyekî mezin ê metro ye lê heye û bi milyonan mirov diçin û tên, bi hezaran kamera hene, kontrola edlî hebû. Li bûroyeke wiha ku kontreleke zêde hebû, heval hatin qetilkirin’ û diyar kir berpirsyariya hiqûqî ya Fransayê heye, divê di pergala dewletê ya Fransayê de berpirsyariya wê were zelalkirin. Li her deverê kamerayên veşartî yên saziya ewlehiya netewî heye. Parêzerên me ev bi me re par ve kirin. Ango tenê li ser vê jî biçin Hêsan e ku bi rengekî bilez agahiyan berhev bikin. Milîtanekî wiha ‘Bozkurtî’ (Nîjatperestên Tirk), ev tetîkêşê bi MÎT’ê re têkildar e û ji hêla MÎT’ê ve hatî peywirdarkirin û endamtiya wî ya Komeleya Çandê ya Mewlana zelal bûyî, ku ji hêla Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) ve hatî avakirin û wiha teqez bûye ku endamê Komeleya Îslamî ya Tirk e tim diçe Golbaşiyê. Kesekî kul i Golbaşî li Tevgera Taybet hatî perwerde kirin çawa dikare wiha bi rehetî tevbigere.’’

 ‘FRANSAYÊ KURD KIRIN HEDEF’

Seven got li Fransayê bi binçavkirin, girtinan welatparêzin Kurd û siyasetmedar hedef hatine nîşandan, mirovên ku ti sûcê wan nebû, ti karê deryasayî nekirin hatin binçavkirin, piştî ku demekê li girtîgehê mane hatin berdan û got, ‘’Ev mirov weke ku sûcdarên pir mezin din di çapemeniyê de par ve kirin.’’

Seven wiha domand: ‘Bi van kirinan hevalên me ji faşîst re kirin hedef û welatparêzên me. Heval Sara li Fransayê rûniştina wê hebû û keseke siyasî bû. Li gorî yasaya penaberan a NY’yê rûniştina wê ya domdirêj hebû. Wê demê ji bo karê xwe li Fransayê bû. Çûbû walîtiyê û ji bo ku dema pasaportê dirêj bike çûbû. Ev îstîxbarat ji hêla dewleta Fransayê ve nayê zanîn?’’

 ‘BI BELGEYEKE QELP KUJER LI ELMANYA Û FRANSAYÊ DIGERE’

Seven diyar kir ku wan wê demê lêkolîneke berfireh kirin, agahiya ku Omer Guney milîtaneke ev zelal kirine, dane dadgehê û got, ‘’Em gihaştine wan belgeyan ku ev kes milîtan e. Perwerdekirî ye, ji hêla leşkerî ve bi profesyonelî hatiye perwerdekirin. Bi organîze tevdigerin. Ev bi belgeyan tespîtkiriye. Her wiha ne bi serê xwe tevgeriyayer. Ev jî bi belgeyan diyar bûye. Ji bo vê jî me zelal kir ku kesên dî jî endamên MÎT’ê ne. Ew kes çûye Fransa û Elmanyayê. Çûye Tirkiyê. Pir bi rehetî diçe û tê. Ev ne li ser navê MÎT’ê be nikare tiştekî bike. Du mehan li balafirgehê tê peywirdarkrin. Paqijkerek tê peywirdarkirin. Di du mehan de malnişîn dibe Kartên ewlehiyê yên paqijkeran hene, dikarin biçin her deveran. Dema ku malnişîn dibin vê dewr nakin. Li balafiregeheke dî ya Fransayê ev kart çawa derbas dibe. Fransa çawa destûra vê dide. Li balafirê siwar dibin diçin lê ti problem çênabe. Heke di navbera Fransayê û Tirkiyê de têkilî nebe ev ne pêkan e.’’

 ‘NE HIQÛQ LÊ BERJEWENDIYÊN SIYASÎ LÊ PÊŞ IN’

Seven diyar kir ku Fransa bi hemû kitekitên Fransayê dizane, ji deverekê û wê de hevkarê komkujiyê ye û ji destpêkê ve mirina Omer Guney a bi pençeşêrê planeke hazirkirî ye

Sevne got, ‘’li welatekî wiha tiştekî wiha ku nikaribin kitekitên bûyeran derxînin nîn e’, ji ber berjewendiyên aborî, siyasî tiştek nehatiye kirin.

Seven li ser mirina Omer Guney got: ‘’Tê gotin ji ber nexweşiyê miriye. Dosyayek hatiye hazirkirin, birine doktor û di dosyayê de tê gotin ,’tûmora cirnexweş e’. Parêzerekî me yê xwedî tecrûbe yê bi navê Antoîne Comte hebû. Me nîqaş dikir ka dawiya vê komkujiyê wê çawa bibe. Çûbû Guantanamo. Digot li hundir wê Omer Guney bikujin. Divê tevdîr were standin. Lê me jî got tevdîr dive ji hêla dadgehê ve were standin.

Piştre dosyayên dadgehê têne dizîn, dosyayê dadgerekî Fransa têne dizîn. Ji bo vê jî dosyayeke hazir a nexweşiyê heye. Di vê dosyayê de tê gotin, ‘ji nexweşiyê wê bimire’. Tam beriya rûniştina ku wê ceza bixwe hate gotin, ‘mir’. Ev kes li girtîgeha Fransa hate kuştin. Heke Fransa ne hevkarê cînayetê be divê derxîne holê.’’