Cansiz, Dogan û Şaylemez li Sydneyê hatin bibîranîn

Di 5’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemz li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê hatin bibîranîn.

Li bajarê Avûstûralya Sydneyê Meclîsa NCDK, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemz bi bîr anî.

Merasîma bibîranînê di şexsê 3 jinên şoreşger de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez dike, hate nîşandan.

Piştre Nûnerê KNK’ê yê Sydney Îsmet Tastan û Brûsk Averî axivîn. Axaftvanan bal kişandin ser kujerên komkujiyê û gotin fermana komkujiyê Erdogan daye û hikûmeta Fransa jî çavê xwe ji vê re girtiye.

Axaftvanan got ku dewleta Fransa ji bo ronîkirina komkujiyê ti hewldanek ne kiriye û bi axaftinên rêveberên MÎT’ê re kujerên komkujiyê bi temamî derketine holê.