Li Efrîn û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan

Li Rojava li navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo û bajarê Efrînê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Bi meşên li Efrîn û Qamişlo hatin lidarxistin ve bal hate kişandina ser tenduristî û ewlehiya Ocalan.

EFRÎN

Bi pêşengiya Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV –DEM), Yekîtiya Ciwanên Rojava, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya ewlehiyê bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê tevî barana zêde jî daketin qadan. Gerseya gel ku posterên Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPJ û YPG‘ê û pankartinên bi nivîsên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Gefên Tiriyê wê vîna gelê Efrîn neşkîne” bilind kiribibûn li Çerxeriya Newroz kom bûn û ji vir dest bi meşê kirin.

Meş bi dirûşmên têkildarî rewş û azadiya Ocalan hate qîrkirin ve dom kir, li Qada Şehîdan vegeriya mîtîngekê.

Mîtîng bi rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî ji Rêveberên TEV-DEM’ê Hisen Mihemed, endamê Koordînasyona Star Sûad Elîko û endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Gule Cemo axaftin kirin.

Di dawiya mîtîngê de dirûşmên ji Ocalan re azadî hatin qîrkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Jinên navçeya Girê Legê ya Kantona Qamişlo bi armanca ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û durişmeya “Em ê 2018’an bikin sala azadiya Rêber Apo” qîr kirin.

Pêngava “Soz, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re jiyan bikin” ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye destpêkirin li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi çalakiyên xwe yên cûr be cûr didome.

Li navçeya Girkê Legê jî îro bi sedan jin, endamên saziyên civaka sivîl, Asayîşa Jin daketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin.

Jinên ku di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembol Kurdî bilind kiribûn, destpêkê li Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê kom bûn.

Di çalakiyê de pankartên wekî “Bimrie hêzên komploger û emperyalîzm”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê 2018’an bikin sala azadiya Rêber Apo” bilind kirin.

Meşa ku ji kolana sereke ya Girkê Legê destpê kir li Qada Azadî ya dikeve rojhlatê navçeyê sekinî û li wir veguherî mitîngê.

Li Qada Azadî ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Efrînî axivî û hemû jinên tevlî çalakiyê bibûn silav kir.

Zeynebê diyar kir ku heta agahiyek pêbawer ji rewşa tenduristiyê ya Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Efrînî wiha axivî: “Dewleta Tirk ji Nîsana 2015’an ve rê nade ku parêzerên Ocalan û malbata wî pêre hevdîtinê bikin. Em weke tevgera jin a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê soz didin em ê heta azadiya rêberê xwe têkoşînê dewam bikin.”

Her wiha Efrînî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê jî şermezar kir.

Zeyneb Efrînî di dawiyê de bang li tevahiya welatiyên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet peyameke da jinan ku tevlî çalakiyan dibin kir ku dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê.