QSD: Li gundên Minbicê û Tişrînê 18 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li başûr rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 18 çete hatin kuştin, 7 wesayitên zirxî, 3 tank û 6 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin Çapemeniyê ya QSD'ê encamên şerê 14’ê Çileyê yê li başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Her roj berxwedana şervanên hêzên me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê zêde dibe, bi taybetî li eniyên bendava Tişrînê û Qereqozaxê ku derbên giran li çeteyan hatin xistin.

Doh (Sêşem) piştî nîvro û bi piştevaniya balafirên şer û firokeyên bêmirov, çeteyan ji gundê Ebû Seîd êrişek berfireh li ser girê Syriatel û derdora wê pêk anî û di êrişê de wesayîtên zirxî yê BMB û çekên doçka û tank bi kar anîn. Di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar qewimî, di encamê de 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û 18 çete jî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Yên mayî jî reviyan.

Çeteyan careke din êrişî girê Syriatel kir, lê wesayîteke çeka doçka û wesayîteke zirxî ya BMB hatin rûxandin û êriş hat şikandin.

Bi giştî hêzên me li dijî çeteyan 19 çalakî li dar xistin û 7 wesayîtên zirxî yên BMB, 3 tank, 6 otomobîlên ku çekên doçka li ser, hatin rûxandin û li 3 kombûnên çeteyan hate xistin.

Piştî şikandina êrişan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî her carê bi balafirên bê mirov û çekên giran herêm bombebaran kirin û di encamê de 5 hevrêyên me şehîd bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di heman demê de 4 caran êrişî li ser Çiyayê Berkel ê li başûrê Kobaniyê kirin û bi çekên giran jî topbaran kirin. Di encamê de hin ziyanên madî çêbûn. Tevgera balafirên şer û balafirên bêmirov li ser herêmê duh tevahiya rojê ranewestiya.

Li eniya Eyn Îsayê şervanên me li gundê Ebû El Zuhûr li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist, di encamê de wesayîteke leşkerî ya Toyota hate rûxandin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran gundê Bîr Ereb bombebaran kir û bi 2 balafirên bêmirov ên xwekuj êriş kir, yek ji wan xwe teqand û şervanekî me birîndar bû û ya duyemîn jî hate rûxandin. Duh jî tevahiya rojê li esmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ranewestiya.

Li eniya Qereqozaqê di encama berxwedana dijwar a hêzên me de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî êrişekê li dar bixin, li derdora pirê jî 9 êrişên hewayî li gundên Dîkan û depoyên genim, firokexaneya Sirînê, girê Mexrîbatîn pêk anîn. Di êrişa li ser gundê Dîkan de malên sivîlan hatin armanckirin, ji ber êrişên dijwar ên balafirên şer rewşa hinek malbatan heta niha ne diyar e.

Balafirên şer jî di saetên dereng ên şevê de derdora pira Qereqozaqê hedef girt, di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, topên hawan û roketavêjan gundên Bîr Hesen, Ceda, Dîkan û Sirîn bombebaran kirin.”