Encamnameya Kongreya 4. a RJAK’ê hate eşkerekirin

RJAK’ê encamanameya 4’emîn kongreya xwe ya li Silêmanî lidar xistî eşkere kir. Di kongreyê de li ser mijarên aborî, siyasî, pererde, jineolojî, parastina zarok û pêşxistina wê, xweparstinê û gelek mijarên cuda biryarên girîng hatin girtin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) îro saet 09:30’ê li Otela Perêj a bajarê Silêmanî 4’emîn kongreya xwe lidar xist. RJAK’ê kongreya xwe di salvegera şahadeta 3 jinên pêşeng ên berxwedana avakirina sîstema xweseriya demokratîk a Bakurê Kurdistanê Sêvê, Pakîze û Fatma de lidar xist. Her wiha RJAK’ê ev kongreya xwe diyarî Destîna Qendîl a ji Başûr ku li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, kir.

 Kongre bi dirûşmeya 'Bi hişyarkirin û rêxistinkirina jinan, em ê sîstema xweseriya demokratîk a gel ava bikin' pêk hat.

Di dewama 4’emîn kongreya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) de beşek ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser maf û azadiyê jinê hatin xwendin.

Di dawiya kongreyê de biyarên ji bo kar û xebatên di nava 2 salan de were kirin hate eşkere kirin.

Encamnameya 4’emîn kongreya Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) wiha ye;

  1. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta dawî têkoşînê bikin.
  2. Ji bo pêşxistina xebatên akademiyê û vekirina akademiyan ji bo nasandina jinên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane.
  3. Ji bo pêşxistina xebatên jineolojiyê, di nava 2 salan de konferansa jineolojiyê bê lidarxistin.
  4. Ji bo di nava siyasetê de nûnertiya wekhev pêk were, li her qadê sîstema hevserokatiyê bê rûniştkandin.
  5. Ji bo azadkirina jinên li Şengalê hatibûn dîlgirtin kampanyayak dana destpêkirin.
  6. Ji bo jinên Xûrmatûyî û Daqûqê vegerin malên xwe xebat bên kirin.
  7. Ji bo jin bibin xwedî vîn sîstema xwerêveberiya demokratîk bê avakirin.
  8. Ji bo parastin û ewlekariya mafên zarokan xebat bên kirin.
  9. Di derbarê mijara xweparastinê de jin bên perwerdekirin.
  10. Konferas pêşkêşî Şehîd Destîna Qendîl hate kirin.
  11. Li dijî şideta li ser jinê vekirina navendeke parastinê ya jinê.
  12. Ji bo dahûrandina sosyolojîk a civaka Başûrê Kurdistanê pirtûkek bê nivîsandin.
  13. Divê jin herî zêde li diî hejarî, nelirêtî, koç, şer û bêkariyê ku bandorê li jinê dike têkoşînê bike.
  14. Ji bo yekîtiya jinên Kurd xurt bibe û ji bo pêkanîna kongrya jinên Kurd a netewî xebat bikin.
  15. Li dijî her cûre qanûnên zayendparêzî têkoşîn kirin, guhertin û li şûna vê mafê jinan bê parastin û ji bp pêşxistina mafê demokratîk têkoşîn bikin.
  16. Ji bo jin di warê aborî de serbixwe bibin û di qada aborî deprojeyên pêwîst bê çêkirin.

Di kongreyê de piştî biryar û plansaziyên hatin kirin û şûnde meclîsa ji 29 kesan pêk tê hate hilbijartin. Piştî hilbijartinê û şûnde kesên hatin hilbijartin sond xwarin û axaftina girtina kongreyê hate kirin. Piştî axaftinê û şûnde hemû jinan bi hev re govend geranin û kongre bi dawî kirin.