Li Efrînê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Li Efrînê Tevgera Jinên Ciwan Cansiz, Dogan û Şaylemez ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.

Li Kantona Efrîn a Federasyona Bakûrê Sûriyeyê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Jinên Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.Merasîma bîbîranînê bi pêşengtiyaTevgera Jinên Ciwan de pêk hat û kesên ku di Komkujiya Parîsê de cih girtin hatin şermezarkirin û peyama berxwedanê hate dayîn.

Şevê din li Kantona Efrînê dibin pêşengitya Tevgera Ciwanan de di seat 17:00’an de merasîma bibîranîne hate lidarxistin û bi sedan ciwan beşdar bûn. Di merasîmê de ku li Qada Azadiyê pêk hat, axaftin hatin kirin.

Gule Genco li ser navê Tevgera Jinên Ciwan axivî û wiha got; “Hêzên kujer ên ku Sara, Rojbîn û Ronahî kirin hedef, îro plana dagirkeriya Efrînê dikin. Wê hewldanên wan ên kujer ku li Parîsê pêkanîn û niha dixwazin li Efrînê bidomînin bê encam bimînin. Wê li Efrînê berxwedaneke mezin were kirin.”Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîn û jiyana Sara, Rojbîn û Ronahî dike hate nîşandan.

Merasîma bibîranînê li Qada Azadiyê bi pêxistina mûm ji aliyê jinên ciwan ve bi dawî bû.