Kemalbay: Hêvî di dest me de ye, em ê têkoşînê geş bikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di konferansên herîmî ya pêşî de, ku beriya Konreya Asayî ya 3’an têne kirin li ser rojevê axivî.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di axaftina Konferansa Herêmê ya partiya xwe de diyar kir ku ew ê bi moraleke zêde kongreya xwe pêk bînin û  wiha got: "Li dijî hemû polîtikayên şer û hemû zextan em dibêjin hêvî di destê me de ye û em ê têkoşînê geş bikin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî Kongraya Awarte ya ku wê di 11'ê Sibatê  pêk bîne, li Amedê Konferansa Herêmê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, endamên HDP, MYK û PM'ê û nûnerên Rêxistina Bajar a Amedê ya HDP'ê beşdarî konferansê bûn. Konferansa li Salona Konferansê ya Vedat Aydin pêk hat. Li salona konferansê pankarta "Ji duh heta niha bi heman biryarê ji rabirdûyê heta siberojê bi heman wêrekî yê" hat daliqandin. Konferans bi rêzgirtina ji bo siyasetmedarên jin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir ên li Parîs û Silopiyê hatin qetilkirin û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Serpil Kemalbay ve hat kirin. Kemalbay diyar kir ku dîroka mirovahiyê dîroka têkoşînê ye û HDP jî rola xwe ya dîrokê pêk tîne.
 

'TÊKOŞÎNA GEL TÊKOŞÎNA ME YE'

Kemalbay da zanîn ku wan bi berdêlên mezin serkeftin bi dest xistine û wiha got: "Em jinên Kurd ên li Silopya û li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr tînin. Mîrateya têkoşînê ya ku wan ji me re hiştiye, em ê jî bidin nifşên din. Daxwaza gelên Tirkiyeyê ew bû ku piştî 7'ê Hezîranê guhertinek çêbibe. Aliyekî ku bawer dike HDP'ê ev guhertina kiriye heye. Dewletê ev dît, xwest vê yekê tune bike. Loma zext û tundiyên ku heta îro berdewam dikin sazkar kirin. Dest bi şer kirin, komkujî pêk anîn, lê me serî hilda û em bi têkoşînê li ser piyan man. Gel li dijî diktatoran li ser piya ye. Rojava ji bo me rêyek baş nîşan da. Îro gel li dijî despotîzma Îranê li ser piyan in. Em HDP van  têkoşînan dipejirînin. Em ê ligel têkoşîna gelan û daxwaza wan a azdiyê bin."

'JI BER PIRSGIRÊKÊN CIVAKÊ ANÎ ZIMAN...'

Kemalbay aşkera kir ku di sala 2018'an de AKP'ê hewl dide êrîşên xwe zêde bike û bal kişand ser cezayê ku li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken hat birîn û wiha pê de çû: "Ji ber ku Îdrîs Baluken bû dengê gelan, ji bo ku nakokiyên jinan, xwezayê û civakê anî ziman ew girtin. Ceza li Sebahat Tuncel, Leyla Bîrlîk û li gelek hevalên men birîn. Bi vê yekê peyamekê didin me û dixwazin me tasfiye bikin. Em jî dibêjin ku çi ji destên we tên bila bikin."

'HURMET BI WAN RE NEMAYE'

Kemalbay bal kişand ser êrîşên li dijî goristanan jî û got,  "Rêz û hurmeta wan jî miriyan re jî tune. Kêsên ku di vê dozê de têkoşîn dane, ji gorên wan derxistin. Hêrsa desthilatdariya mezin bi wan re çêbûye û ji ber wê êrîşî her derê dikin. Piştre cilê yekreng ket rojevê. Tevî ku dizanin, nikarin cilên yekreng li girtiyan bikin jî dîsa ev xistin rojevê. Armanca wan guhertina rojevê ye û bi vê yekê diziyê bikin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Em ê têkoşîna ji bo Komarê demokratik di sala 2018'an de jî bidomînin. Em ê bi moralekî mezin kongreya xwe pêk bînin."

'HÊVÎ TÊKOŞÎN E’

Kemalbay herî dawî wiha got: "Em dizanin ku rewşa rejîma AKP-Erdogan ne baş e. Em bi desthilatdariyeke reben a wiha re hevrû ne ku  ti dostê wan nema ne. Ya ku para me dikeve ew e ku em mil bidin hev û têbikoşin. A niha hêvî di destên me de ye û êm têkoşîna xwe geş dikin."