YJŞ: Em qetlîama Parîsê şermezar dikin

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew qetlîama Parîsê şermezar dikin û heta dawiyê ew ê têkoşîna azadiyê ya jinê bidomînin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew qetlîama Parîsê şermezar dikin û heta dawiyê ew ê têkoşîna azadiyê ya jinê bidomînin.

Daxuyaniya YJŞ’ê wisa ye:

“Şehîdên qetlîama Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan ku em pêncemîn salvegera şehadeta wan pêşwazî dikin, bi rêz û bi minnetdarî bi bîr tînin. Her wiha em dibêjin ku li çar hêla dinyayê, li hemberî şaristaniya serwer a zilamtiyê, bi serfirazî mirasa azadî û berxwedaniyê ya hemû jinan dewr digrin û em diyar dikin ku heta kêliya pêkanîna daxwaz û hêviyê wan em ê ji rotaya bîranînên wan dûr nekevin. Bi vê wesîleyê em hêzên hegemon ên navdewletî şermezar dikin ên ku komploya Parîsê pêk anîne..  

Li şûneke weke Parîsê ku navendeke sereke ya hovîtiya kapîtalîzmê ye, li pêşberî çavê hemû dinyayê bi destê tetîkkêşên Tirk ên mêtînger, xwestin ku di şexsê Sakîneyan de , di serî de li Kurdistan li tevahiya Rojhilata Navîn, lêgerînên jiyaneke nû û vegûhestina şoreşger a ku bi pêşengtiya jinê her diçe gur dibe, xwestin bixeniqînin.  Di kesayeta Sakîne Cansiz de sekna jinê ya azad û xwedî îrade ku şênber bûye û serî natewîne û teslîm nayê girtin, bûye tirs û xofa herî bingehîn a hemû hêzên mêtinger û serweriya zilam a paşverû. Di şexsê Sakîneyan de xwestin ku vejîna jin a azad  û civakî ya azad a nû tune bikin û hemû xeyalên azadiyê di nav avê de bixeniqînin. Li gorî vê, bi qetlîma Parîsê ya 9’ê Çile, di kesayeta Sakîneyan de, hemû jinên berxwedêr bûne hedefa hêzên hegemonîk ên navdewletî. Di dema têkoşîna rizgariyê de ku gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û metropolên mêtîngeran de, li çiya û li zindanan vê têkoşînê berz kir û nêzî serkeftinê bû, êrîşeke bi vî rengî û her wiha hedefgirtina qetla jinên şoreşger ku ji bo hemû bindestan çavkaniya hêviyê û pêşeng bûn, ne tesadufi ye. Sakîne ku newaya azadiyê û dengê her daîm ên hemû bindest, jinên berxwdêr û hêviya jiyaneke azad a nû ye, li çar devera dinyayê di hemû sikak û çiyayan de wê her tim olan bide, û sonda me ye ku em ê bîranîna wan  heta roja tacîdarkirina serkeftinê,  ji dil û zimanê xwe kêm nekin û wê kêm nemine. 

Têkoşîna me ya jina Êzîdî a azad û Şengala azad  ku ev 4 sal in weke meşa azadiyê ya jinê her xwe mezin dike, bi berxwedaniyên mezin pêşve diçe, di xeta berxwedaniya Sakîne de wate digre, leheng û destanên mezin diafrîne û şehîdên me rênîşaneya têkoşîna me ne. Têkoşîna me ya mezin ku ala berxwedanê ya Sakîneyan weke ji nû ve vejîna jinên Êzîdî û YJŞ li ser esasê artêşbûyînê dewir digire, her wiha wê vê alê li hemberî êrîşkariya faşîst a dagirker, li lutkeyên pîroz ên Çiyayên Şengalê û li hemû qadên vê êrîşkariyê,  wê heta serkeftinê li ba bike. Bêrîvanan, Zîlanan, Têkoşînan, Nûjiyanan û şopdarên din ku Sarayên Şengalê ne, di şexsê bi hezaran jinên Êzîdî yên ku çek û rûmeta wê hilgirtine, wê ruhê azad ên Sakîneyan heta hetayê li Çiyayên Şengalê bijî.

Di şexsê Sakîne de ku em wê weke xwedawenda azadiyê ya serdema modern qebûl dikin, Bêrîvanan, Delalan, Sêvêyan û hemû qehremanên jin ên têkoşîna azadiyê bi rêz û bi minetdarî bi bîr tînin û soza girêdayîna bîranîna wan didin.”