Li Kopenhagê bi dirûşma ‘Bila berpirs bên darezadin’ meş

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê bi daxwaza berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an ya têde Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin qetilkirin, meşek hate lidarxistin.

Bi daxwaza berpirsêyê yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkin bên darizandin, li paytext Kopenhag a Danîmarkayê meşek hate lidarxistin.

Meşa protestoyê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê ve hate organîzekirin li pêşiya Israel Pladsê destpê kir û heta Radhûspladsenê dom kir. Di tevahî meşa têde posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin de tim dirûşmên li dijî dewleta Tirkiye hatin qîrkirin.

Li ser navê TJK-E’yê jî Latîfe Guzel axivî û diyar kir ku di qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd de rola dewleta Fransa heye. Dewleta Fransa bi qasî kesên vê qetlîamê pêk anîne berpirse. Guzer diyar kir ku weke jinên Kurd heta edalet pêk were wê her hefteyê têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha di dewama çalakiyê de Meclîsa Jinan a Sêvê Saîma Bîlen jî axivî û bi axaftinên rayedarên MÎT’ê yên ku li Başûrê Kurdistanê hatibûn girtin re derket holê ku ev qetlîam ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Bîlen bibîr xist ku ev qetlîam li ser fermana Erdogan û Hakan Fîdan ve pêk hatiye û wiha got: “Weke jinên Kurd û Kurdên li Ewropayê dijîn heta ku edalet û berpirs bên darizandin em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Partiya Yekîtiya Kes-Sor Îbrahîm Benlî jî axivî û divê êdî ev qetlîama li Ewropa pêk hatiye, dewleta Fransa erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Piştî axaftinan û şûnde mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.