Girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de hatin sirgunkirin

Hate hînbûn ku 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ku ev 60 rojin ji bo protestokirina binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dene, şandine girtîgeheke din.

Li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê, 10 girtiyên jin ên ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgeh û êşkenceyan ku ev 60 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dene, hinek ji wan sewqî girtîgehên din hatin e kirin.

Hate hînbûn Helîn Yapici, Salîha Cebe, Rozerîn Îldan, Dîlşat Şengul, Cesîle Paçal, Bahar Ûlûbay, Ayten Kordû, Dîlan Barîn, Medîne Fîdan û Zeynep Yildirim ên li qawîşa C4 û C6 şandine girtîgehên Agirî, Hîlvan, Erzirom, Osmaniye û Ordû Yê.