Dayikên Şemiyê: Serî natewînin; emê demên xweş bijîn!

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê ku di sala 1996’an de hatîbû windakirin pirsîn. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê ji bê edaletiyê re serî netewînin; em ê li ser piyan bin û demên xweş bijîn” hate dayîn.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 667’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Kiryar diyar in, winda li kû ne” vekirin û qurrnefîlên sor û laçikên sipî yên remza aştiyê temsîl dikin danîn ser. Mirovên Şemiyê û dayikan wêneyên windayan hildan. Li gel Dayikên Şemiyê û gelek kesan Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu jî beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de li aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê 36 salî bavê du zarokan ku karkerê Şaredariya Beyogluyê bû û di 18’ê çileya 1996’an de hat windakirin pirsîn.

KERESTECÎOGLÛ: EM Ê LI SER PIYAN BIN Û DEMÊN XWEŞ BIJÎN

Di çalakiyê de Kerestecîolgu axivî û diyar kir ku ji bo ew li aqûbeta Şahîn û windayan bipirsin di çalakiyê de ne û got: “Tevahiya dîrokê me demên zor derbas kir. Lê li gel wan demên dijwar û zor jî em bi hêvî ne û her tim li ser piya ne. Em ê di siberojên xweş de bijîn. Em hemû vê heq dikin. Tevahiya Tirkiyeyê jiyanek xweş heq kiriye.”

YILDIZ: EM Ê XWEDÎ EMANETÊN TE DERBIKEVÎN

Pişt re hevala hevjîna Îsmaîl Şahîn Kîraz Şahîn, Hanîfe Yildiz mafê axaftinê girt. Yildiz destnîşan kir ku her çiqas dem derbas bûbe jî lê êş zindî ye û hêrs dizivire raperînê û wiha got: “Ez dixwazim bila bizanibin em ji bo çi li vir in. Dayik û hevjîna Îsmaîl bêyî ku edaletê bibînin û aqûbeta windayan hîn bibin ji nav me bar kirin. Ez li vir carek din dibêjim. Hûn rehet bin. Em li emanetê xwedî derdikevin. Belkî hûn di bin axê de gihîştin windayên xwe û we hesreta xwe bêhn kir, lê hêj çavê me li rê ne. Em li benda edaletê ne. Ez li vir ji Kîrazê dipirsim gelo tu gihîştî Îsmaîlê xwe û êşa te kêm bû?”

‘ÇÎROKA ÎSMAÎL ŞAHÎN’

Di çalakiya 667’an de ji Mirovên Şemiyê Aylîn Hacaloglu daxuyaniya vê hefteyê xwend. Hacaloglu li aqûbeta windayan pirsî û wiha axivî: “Em di sala 2018’an ji bo herkesî edalet û azadî dixwazin. Em sala nû li Qada Galatasarayê pêşwazî dikin. Em ji wan kesên me ji hiqûqê û mafê mehrûm kirine dibêjin; em ê serî li ber bêhiqûqî û bêedaletiya we netewînin. Em ê serî li ber polîtîkaya we ya çewisandinê xwar nekin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edalet û heqîqetê bernedin. Di salvegera windakirina 22’yemîn a Îsmaîl Şahîn carek din dibêjin. Dewlet ji vê windakirinê û lêpirsîna aqûbeta û anîna edaletê berpirsyar e. Mafê her malbatê heye ku aqûbeta windayên xwe hîn bibe. Li cihê ku Kîraz Şahîn edalet daxwaz dikir em jî edaletê dixwazin. Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?” Em dev ji vê pirsa xwe bernedin.”

Hacaloglu di berdewama axaftina xwe behsa çîroka Şahîn kir.

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.